Ewilî gilî kir û pişt re jî bi çekên cerdevaniyê dayik û kur hatin kuştin 2020-07-21 09:26:18 AMED - Mehmet Karaaslan ê ku dayik û birayê wî ji aliyê Mahmût Karaaslan û kurên xwe yên cerdevan ve hatin kuştin diyar kir ku bavê wî ewilî giliyê wan kiriye û gotiye “Ev PKK’yî ne” û dû re ferman daye zirbirayên wî û êrişî wan kirine.   Li gundê Kaxitlî yê navçeya Bismil a Amedê roja 18’ê tîrmehê di nava ferdên malbata Karaaslan de tê gotin li ser li hevnekirina erd şer derketiye. Mahmut Karaaslan ê cerdevan û zarokên xwe Sîdar, Zafer, Serdar, Enes, Mazlûm Karaaslan û zarokên hevjîna wî ya berê de pev diçin û li hev dixin. Di şer de hevjîna Karaaslan ya berê Hamdiye Şik û lawê xwe Kadrî Karaaslan ê 26 salî jiyana xwe ji dest dan. Mûrat Karaaslan û Mehmet û Bahar Karaaslan ên hevjînên hev jî birîndar bûn.    Tedawiya birîndaran li Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê didome. Sercerdevan Mahmût û zarên xwe têkildarî bûyerê tên binçavkirin. Yên mirî jî li gundê Kaxitliyê hatin veşartin. Lêpirsîna têkildarî bûyerê didome.    'DIJMINATIYA ME DIKIR Û ÇÛYE GILIYÊ ME KIRIYE’    Mehmet Karaaslan ê di bûyerê de hevjîna wî jî brîndar bû ji ajansa me re axivî. Karaaslan da zanîn ku piştî bavê wî zewaca duyemîn kiriye, ew û bira û diya xwe ji malê veqetiyane û piştî ku bavê wî nikaribûye li diya wî û wan heqaret bike îftîyaran li wan kiriye. Karaaslan got bavê wî dijminatiya wan kiriye û çûye qereqolê gotiye “ev PKK’î ne” û giliyê wan kiriye û encamek ji gilîkirinê derneketiye.    LI DIJÎ ME BÛNE CERDEVAN    Karaaslan anî ziman ku bavê wî li dijî wan rabûye û li gel du kurê xwe çûne bûne cerdevan û du sal in cerdevan in.    'LI SER FERMANA BAVÊ MIN ÊRIŞ PÊK HAT’    Karaaslan qala roja ku bûyer pêk hatiye kir û wiha got: “Dayik, hevjîn û jinbira min bi zarokên min ve çûn cihê avahiya wan a ku nû çêdikin. Ji bo ku ji bavê min re bêjin ‘bes e tu zilmê li van zarokan dikî.’ Haya me jê tune bû ku çûne. Me telefon kir em pê hesiyan ku çûne wir. Pişt re ez û birayê min ê ku jiyana xwe ji dest da Kadîr çûn wê derê. Em çûn ku hemû bi çek in û rextên xwe girê dane. Hêj gengeşeya me didomiya, bi çekan êrişî me kirin. Pişt re birayê min ket erdê. Dû re êrişî dayik, hevjîn û jinbira min kirin. 5 heb gule li diya min ketibûn. Bi demance, çifteya pompeyî û keleşnîkofê êriş anîn ser me. 5 gule li min jî ketin û piştî ez ketim erdê jî berdan min. Bavê min li ser xaniyê xwe bû û temaşe dikir. Êriş li ser fermana bavê min pêk hat. Keleş di destê wî de bû. Bi keleşê erebeya birayê min gulebaran kir. 50 heb gule lê ketibûn. Lê xwedê jinbira min û zarokan xilas kir ku birîndar nebûn.”    Karaaslan da zanîn ku ew ê di aliyê hiqûqî de gilî bikin û dê dest ji vê dozê bernedin.    MA / Fahrettîn Kiliç – Fethî Balaman