Cenazeyê Pinar Gultekîn a winda bû hat dîtin 2020-07-21 10:11:24   MUGLA -  Cenazeyê xwendekara Zanîngehê Pinar Gultekîn a ku ev 5 roj in winda bû li qada daristanê ya navçeya Menteşey^ hat dîtin.    Ji 16’ê Tîrmehê ve agahî ji xwendekara Başa Îktîsatî ya Zanîngeha Sitki Koçman a Muglayê Pinar Gultekin nedihat girtin. Kameraya ewleyî ya navenda dan û stendinê ku herî dawî Gultekin li wir hatibû dîtin,  hat lêkolînkirin. Ekîbên Miduriyeta Polîsan a Muglayê û Qereqola Leşkerî ya Bajêr, di encama xebatên bi rêve birin de, cenazeyê jina ciwan li qadeke daristanê ya Taxa Yerkesîk a Navçeya Menteşeyê hatibû definkirin dîtin. Cenazeya Gultekin ku tê texmînkirin hatiye xeniqandin rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Muglayê.   Piştî cenaze hat dîtin û şûnde kesê ku herî dawî bi Gultekin re hatibû dîtin C.M.A hat binçavkirin. Lêpirsîna derbarê bûyerê de hatibû destpêkirin, dewam dike.