Hevserokê berê yê SES’ê Orûç hat girtin 2020-07-21 10:28:34   AMED – Hevserokê berê yê Şaxa SES’ê yê Amedê Recep Orûç, di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de ji bo îfadeyê hat vexwendin û li edliyeyê hat girtin.    Hevserokê berê yê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) yê Amedê Recep Orûç, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve li dijî KCD’ê hatibû vekirin de ji bo îfadeyê hat vexwendin. Orûç, duh çû Edliya Amedê îfade da dozgeriyê. Orûç, li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezaya Silhê hat kirin. Li vir îfadeyê Orûç hat girtin û bi hinceta xebatên KCD’ê bi angaşta “emdamtiya rêxistinê” hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.    JI SES’Ê BERTEK    Şaxa SES’ê ya Amede, derbarê girtina Orûç de li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da û bertek nîşanî girtina girtina Orûç da û destnîşan kir ku dê serê xwe ji neheqiyê re netewînin.    23 KES HATIBÛN GIRTIN   Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve li dijî KCD’ê hatibû vekirin de 26’ê hezîranê de li Amedê polisan bi ser malan de girtibûn û 45 kesan binçav kiribûn. Ji van 45 kesan 23 kes jê hatibûn girtin.