Di Edliya Edenê de şer derket 2020-07-21 11:12:39 EDENE - Di Edliya Edenê de, şer derket. Di şer de 3 jê zarok 6 kes birîndar bûn. Hat diyar kirin ku rewşa birîndarekê girane.    Di ketina Edliya Edenê de, nîqaş di navbera du komên dozbarên hev de derket. Piştî ku nîqaşa di navbera her du koman de mezin bû, kesekê çeka di ber xwe de derxist û ket hûndirê avahiyê û gula barand. Di bûyerê de 3 jê zarok 6 kes birîndar bûn. Hat diyar kirin ku rewşa birîndarekê girane. Piştî bûyerê gelek polîs û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Mert Kaya, Yûsûf Kaya, Mehmet Emîn Şer, Ceylan Kaya û Abdurrahman Kaya ên birîndar bûn rakirin nexweşxanê.    Polîsan êrîşkar Adem G. li ser Cadeya Cemal Gursel binçav kirin. Hat hînbûn ku Adem G. di nava heftiyekê de bû du car bi çeka bêruhsat ve tê binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve tê berdan.