Wêneyê sercerdevanê hevjîn û zarokê xwe kuşt ê bi walî re derket holê 2020-07-21 14:47:52 AMED - Li Bismilê, sercerdevan Mahmût Karaaslan ê bi zarokên hevjîna xwe ya nû re, hevjîna xwe ya berê û zarokekê wê kuştin, wêneyê wî yê li gel Waliyê Amedê yê berê Hasan Basrî Guzeloglu re hatiye kişandin, derket holê.   Li Gundê Kaxitli ya navçeya Bismîlê ya Amedê, di 18’ê Tîrmehê de, li ser erd û mala dihat avakirin de, şer dinavbera ferdên heman malbatê derketibû. Di şerê di navbera ferdên malbata Karaaslan de Hamdiye  Şik a 61 salî û kurê wê Kadrî Karaaslan ê  26 salî hatibûn kuştin. Di heman demê de ji heman malbatê Mûrat Karaaslan, Mahmût û hevjînê wî Bahar Karaaslan birîndar bûbûn. Tedawiya birîndaran a li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle ya Amedê dewam dike. Sercerdevan Mahmût, zarokên wî yên cerdevan Sîdar, Zafer û Enes Karaaslan û kurê Hamdiye Şik Mûrat Karaasalan ê birîndar bûbûn hatin binçavkirin.     WÊNEYÊ WÎ YÊ BI WALÎ RE DERKET HOLÊ    Sercerdevan Mahmût Karaaslan ê bi zarokên hevjîna xwe ya nû re, hevjîna xwe ya berê û zarokekê wê kuştin, wêneyê wî yê li gel Waliyê Amedê yê berê Hasan Basrî Guzeloglu hatiye kişandin, derket holê. Di wêne de, tê xuyakirin ku Karaaslan û rayedareke leşkerî, Guzelgolû ji cihê wî ziyaret kirine.    NAVENDA MAFÊN JINAN WÊNE PARVE KIRIN   Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, li ser hesabê xwe yê twîtterê wêneyê Karaasalan parve kir. Di parvekirinê de wiha hat gotin: “Jinek ji aliyê xizmên xwe ve hat qetilkirin. Hamdiye Şik a li Gundê Kaxitli ya girêdayî Bîsmilê dijiya, ji aliyê hevjînê xwe sercerdevan M.K. û zarokên hevjîna xwe ya duyemîn ve bi çeke hat kuştin. Ji bo ku qatilên jinan bêceza nemînin, emê şopdarê dozê bin.”