ROJEVA 22'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-22 09:00:26   * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nirxandin û analîzên xwe de peymana Lozanê wekî bûyerên herî trajîk a sedsala 20’an pênase kiribû û gotibû:  "Bi peymana Lozanê ne tenê petrola Musul-Kerkukê, di heman demê de  Kurd jî winda kirin. Xwişk û biratiya Kurdan a dîrokî hat windakirin.    * Li semta Zeytînlikê ya Gîresûnê 85 avahiyên dîrokî ku aydê Rûmê ne hatine tomarkirin bi hilweşandinê re rûbirû ne.    * Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû bal kişand ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê tecrîdkirin û got: “Heke pêşiya birêz Ocalan were vekirin dê Tirkiye bêhnek rehet bistîne.”    * Rojnamevan Rojhat Dogrû di 17’ê hat berdan. Ji bo ji du girtiyan re pere şandiye hatibû girtin û ji bo vê yekê derbarê wî de îdînameyek 41 rûpelî hatiye amadekirin.   * Piştevaniya Mor li dijî her cûre tundiya ser jinan kampanya “Em dikevin tevgerê” da destpêkirin. Endamê Piştevaniyê Pelîn Çîçek got divê jin hemû li dijî tundiyê bi hev re bikevin tevgerê.    * Şêniyên gundên mal û milkên wan di bin bendav Ilisûyê de man diyar kirin ku bendavê ji bilî felakete tiştek din nedaye wan.    * Birayê Fatma Altinmakas a dayika 6 zarokan ku ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin Mîr Bedirxan Ayaz diyar kir ku xwişka wî bi “zexta civakî” hatiye kuştin û kujer ne kesek tenê ye.    * Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Stenbolê parêzer Destîna Yildiz diyar kir ku li girtîgehan binpêkirina mafan zêde bûye û got: “Li girtîgehan polîtîkaya ceza li ser cezayê tê sepandin.”    * Hevşaredara Perî Songul Dogan a qeyûm taşînî şûna wê kirin û ji peyvirê girtin, di nava gel de karê çandiniyê dike û di Kooperatifê de hilberînê dike.    * Li Bismilê cerdevan Mahmut Karaarslan û zarokên wî Sîdar, Zafer, Serdar, Enes, Mazlûm, bi sucdariya Hamdiye Şik a 61 salî û kurê wê Kadîr Karaarslan kuştine, hatin girtin.    * Binçavkirina 48 kesên di bîranîna 33 ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin de hatibûn binçavkirin, didome. Hatibû diyarkirin ku îşkence li kesên dibin çavande de tê kirin.    * Nûner û rêvberên DîSK'ê dê Serokê DÎSK'ê yê ewil Kemal Tturkler ku hat kuştin li gora wî ya li Goristana Topkapi bibîr bînin.(11.00)    * Komîsyona Qanûna Bingehîn û Edaletê ya Meclîsê dê derbarê Parlamenterê Mêrdînê Tûma Çelîk de bicive. (11.00)   * Platforma Tenduristiyê ya Amedê dê têkildarî girtina Recep Orûç ê Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê yê berê li avahiya SES'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê dê di çarçoveya "Hevdîtinên Demokrasiyê" de li Parka Maçka Şîşlîyê hevdîtina ciwanan li dar bixe. (17.00)    * Li gelek bajaran dê ji bo Pinar Gultekîn a li Mûglayê hat qetilkirin çalakî û daxuyanî bên lidarxistin. (18.00)