Ocalan: Bi Lozanê xwişk û biratiya Kurd û Tirkan a dîrokî winda kirin 2020-07-22 09:01:36 STENBOL – Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nirxandin û analîzên xwe de peymana Lozanê wekî bûyerên herî trajîk a sedsala 20’an pênase kiribû û gotibû:  "Bi peymana Lozanê ne tenê petrola Musul-Kerkukê, di heman demê de  Kurd jî winda kirin. Xwişk û biratiya Kurdan a dîrokî hat windakirin.    Di sala 1916'an de Peymana Sykes-Picot hat îmzekirin. Bi vê peymanê bingeha Peymana Lozanê ya axa Kurdistanê dike çar perçe hat avêtin. Bi peymana Lozanê axa Kurdistanê di nava dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de li gelên Ereb û Farsan Tirkan dabeş kirin. Piştî vê peymanê êdî hemû nirxên gelê Kurd, çand, ziman, nasname hat înkarkirin. Bi peymana Lozanê bi taybetî li Tiriyeyê û bi giştî li welatê din li dervê pergalê hatin hiştin û statuya wan ji destê wan hat girtin. Di ser peymana Lozanê re 97 sal borîn. Di vê pêvajoyê de gelê Kurd bi dehan caran li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê îsyan kirin û serî hildan. Gelê Kurd herî dawî di pêşengiya PKK'ê de cara 29'an  serî hildan û wekî "Serhildana 29’an tê pênasîn. Ev serhildan di pêşengiya PKK'ê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan damezirandiye ve pêş ket.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di paraznameya xwe 5'emîn de wiha dibêje: "Neteweparêziya Anatolyayê bi pêşengiya Mistefa Kemal weke tevgera rizgariyê bi gewde bû. Di vê de para rastiyê heye. Destpêkê isyaneke li dijî hêzên hegemonîk kiribû bingehê xwe. Di vê tevgerê de Kurd û Cihû bi rola damezrîner radibin. Tevî xwediyên erdan û eşrafên Kurd, sermayedar û kadroyên elît ên Cihû, bi hêmanên milletperest burokratîk ên Tirk re hevgirtin. Xiristiyan li derveyî vê hevgirtinê man û bi giranî bûn hedefa wê. Ev hevgirtin di qonaxa damezrandina Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê de dibe û di Şerê Cîhanê Yê Yekemîn de tê pêkanîn. Di dema Şerê Rizgariya Neteweyî de (1919-1922) tê tengkirin û dewamkirin. Herçiqasî hin gumanên xwe hebin jî pirraniya rewşenbîr û eşrafên Kurd destekê didin vê hevgirtinê. Protokola Amasyayê, Kongreyên Erzirom û Sêwazê, pêkhênerên pêşî yên Meclîsa Tirkiyê vê hevgirtinê eşkere nîşan didin. Bi Qanûna Reforma Kurd a di 10’ê Adara 1922’an de ev hevgirtin tê xurtkirin. Bi îmzekirina Peymana Lozanê û îlana Komarê re qonaxeke nû dest pê dike. Arîşeya Mûsil û Kerkûkê ya bi Ingilîzan re dewam dikir, hewl dan bi peymaneke gelekî trajîk a li dijî Kurdan bigihînin encamê. Peymana Enqereyê ya bi Fransiyan re herçiqasî ji Mîsaq-î Millî paşvegavavêtinek bû û hinekî jî li dijî Kurdan û Tirkmenên li Sûrî bi encam bûbe jî di asta felaketê de pêk nehatiye. Beşekî Kurdistanê ji Franseyê re hatiye hiştin. Lê ji ber neyêniyên wê yên li ser rastiya netewe ya Kurd divê mirov bi girîngî li ser raweste."    BAL KIŞAND SER LOZAN’Ê    Ocalan ku di hevdîtinên berê de jî dem bi dem qala rol û wateya Peymana Lozanê dikir, di 9'ê Cotmeha 1998’an de bi hêza navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin. Di 15'ê Sibata 1999'an bi kompoyek navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha di yek hucreyê de li Grava Îmraliyê di tecrîdê de ye. Ocalan herî dawî destnîşan kir ku eger Kurd û Tirk peymana Lozanê nûjen bikin dikarin di dîrokê de bi ser bikevin. "    KOMAR BI PIŞTGIRIYA ÎNGÎSTANÊ HAT AVAKIRIN   Ocalan di parastina xweya "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" de bal dikişîne ser piymana Lozanê û wiha dibêje: Ev rastiya nû ya derketiye holê, li ser mirov ferz dike ku mirov li rewşa Îsraîlê ya li herêmê ji nû ve bifikire. Avabûna Îsraîlê weke dewleteke netewe ya li herêmê nîne û nabe jî. Îsraîl bi tenê dewleteke netewe ya Cihû jî nîne. Mirov nikare bi fêhmeke bi vî awayî qîma xwe bîne. Em dema pêvajoya diçe damezrandina Îsraîlê ji nû ve bînin ber çavê xwe, em ê bibînin di çarçoveya Îsraîlê de diqewimin. Ka em li van bûyeran binêrin; civîna Kongreya Siyonîst (1896), Siltan Ebdulhemîd xistin nava lepê xwe (1876-1909), darbeya Meşrûtiyeta Duyemîn, di 31’ê Adara 1909’an de Ebdulhemîd ji text hat xistin, Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê di 1’ê Çileya 1913’an de desthilatdarî xist destê xwe, bi bûyereke ketûber di sala 1914’an de ketin Şerê Cîhanê yê Yekemîn, li ser bingehê Peymana Sykes-Picot Ingilistan û Franseyê Rojhilata Navîn di navbera xwe de parve kirin, Deklarasyona Balfourê (plana avakirina Îsraîlê, avakirina welatekî Cihû li Filistînê 1917), li Filistînê avabûna mandakariya Ingilîz û îlankirina Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyê (heman dem, 1920), piştî Şerê Rizgariya Neteweyî bi qebûlkirina Peymana Lozanê dewleta netewe ya Tirkê Spî komargeriya neteweya demokratîk tesfiye kir (hevgirtina Şerê Rizgariya Neteweyî ji hev belav kir û dîktatoriya hindikayî ava kir) û dîktatoriya CHP’ê ava kir, di 15’ê Sibata 1925’an de bi provekekirina Şêx Seîd pêvajoya tevkujiyên Kurd hat destpêkirin (1925-1938), hevgirtina Ingilistanê û Komara Tirkiyê (1939), damezrandina Îsraîlê bi awayekî fermî hat îlankirin (1948), Komara Tirkiyê ket NATO’yê (1952), darbeya 27’ê Gulanê (1960), darbeya 12’ê Adarê (1971), darbeya 12’ê Îlonê (1980), darbeya Çîller-Demîrel (1993), darbeya Çevîk Bîr (1998) û herî dawî darbeya Ecevît û anîna AKP’ê ya hukûmetê (2002), wekî din bûyerên weke Şerên Kendavê yên Yekemîn (1990) û Duyemîn (Di sala 2001’ê de bi awayê xuya dikir Afganistan hatibû dagirkirin, lê ya rastî ev provayek bû ku pê zemînê Şerê Kendavê yê Duyemîn û dagirkirina Iraqê amade kirin) û gelek bûyerên bi vî rengî bi awayekî zincîrwarî bi hev ve girêdayî di çarçoveya Îsraîlê de diqewimin. Herweha divê mirov li dewletên netewe (divê mirov ji van re beşekî cihê veqetîne) yên li herêmê hatin avakirin jî di vê çarçoveyê de bifikire û li vê zincîrê zêde bike.    Beriya şerê Rizgariyê di salên 1919-23'an de di Tamîma Amasya, belgeyên kongreya Erzirom û Sêwasê û protokola Amasyayê de axa Mîsak-i Milli wekî axa hevpar a gelê Kurd û Tirkan îlan dikin. Yekemîn Hevparên Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê îtîfaqa gelên Kurd û Tirk nîşan didin. Di 10'ê Adara 1922'an de bi Zagona Reforma Kurd re îtîfaqê bêtir xurt dikin. Lê piştî peymana Lozanê û îlana Komarê re derbasî pêngvek nû dibin. Bi lihevnekirina peymana Musil-Kerkukê a di navbera Tirkiye û Îngîstanan re di elehê Kurdan de peymanek gelke trajik e. Peymana Enqere ku bi Fransiyan re hat kirin, ji Misak-ı Millî tawîz dan û di eleyhê Kurdan de bi encam kirin. Bi vê peymanê perçeyekî Kurdistanê dane Fransayê. Lê li ser neteweya Kurdan bandorek neyînî pêş xistiye. Komar li dijî Îngiltere nehat avakirin. Dijberî vê yekê bi piştgiriya diyarker ka Îngîlistanê hat avakirin. Du armancên Îngiltere hebûn. Yek jê li dijî Yekîtiya Sovyetan Tirkiye bîne asta hevsengiyê. Ya duyemîn jî netew dewleta Tirkiye bine asta ku êdî ji bo wê ne talûke be.    YA KU WINDA KIR XWIŞK Û BIRATIYA KURD Û TIRKAN E   Ocalan di nirxandina xwe de tîne ziman ku Peymana Lozanê yek ji bûyerên herî trajîk ên deslala 20'an pênase dike û wiha tîne ziman: "Lozan tenê li ser Kurd bandor nake, li ser gelê Ereb, Acem û Tirkan jî bi qasî bombeya atomê bandor dike. Bi peymanê li dijî hebûna Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê îtîrazek mezin derdikevi holê.    Hersê milletperestî jî bi lez ber bi dewleta netewe ve diçûn û vê yekê jî têkiliyên di navbera wan de ber bi şer ve dibirin. Şerê Balkanan û Şerê Cîhanê Yê Yekemîn di vî warî de bû qonaxa destpêkê. Tevgera Ermenî bi qirkirinê bi encam bû, tevgera Kurd dabeşî du parçeyan bû. Beşê dixwest bi bûrjûwaziya Tirk re li ser heman mafan tevbigere û beşê alîgirê veqetînê ji hev cihê bûn. Ev dabeşbûn û cihêbûna heta bi Şerê Rizgariya Neteweyî yê sala 1919-1922’an dewam kir bi xisirîna stratejîk a tevgera Kurd bi encam bû. Ji ber ku ji rêxistinî û serwextbûna xwe mehrûm bi şêwazekî şexsî beşdarî Şerê Rizgariya Neteweyî bûn, di pêvajoya şer de, nexasim di hevdîtinên piştî Peymana Lozanê û îlankirina Komarê de bi zelûlî hebûna xwe nîşan dan. Ew bendewariya wan a bi Tirkan re bibin xwedî heman mafan pûç bû. Qanûna Teşkîlata Esasiye 1921 û Qanûna Xweseriya Kurdan a di 10’ê Adara 1922’an de bi cih nehatin anîn û li ser kaxizê man, vê jî kir ku hewes û xeyalên wan hemû bi dawî bibin. Lê bi herhalî hêmanên bingehîn ên Şerê Rizgariya Neteweyî bûn. Divê mirov bi girîngî li ser vê ezmûna milletperestiya pêşî ya Kurd rawest e, û dersan jê bigire. Pêşî li Rojhilat bi Peymana Qersê (1921), paşê li Rojava bi Peymana Lozanê yên bi destxistibûn, di 5’ê Hezîrana 1926’an de bi Peymana Mûsil-Kerkûkê bi awayekî stratejîk têkbirin. Dagirkeriya dawî ya Iraqê bi awayekî eşkere nîşan da ku ev têkçûn çiqasî stratejîk e. Dîsa, berevajî yeqînan, bi xêzkirina van sînoran bi tenê petrolên Mûsil-Kerkûkê ji dest neçûne, di heman demê de Kurd ji dest çûne, biratiya dîrokî ya Kurd-Tirkan ji dest çûye, yekparebûna tevahiya çanda gelên Rojhilata Navîn ji dest çûye."    ‘EM Ê SEVR’Ê JÎ Û LOZANÊ JÎ DERBAS BIKIN'   Ocalan, di roportaja ku di 23-25'ê îlona 1989’an de dabû koverekê dîsa bal kişandiye ser peymana Lozanê û wiha dibêje: "Yekîtî, têkiliya kesên dişibin hev û wekhev û bi hevre ye. Wekheviya di qada aborî û politikadeyê de û di mafên neteweyi de bingeha yekîtiyê ye. Ev yekîtî baş e û divê bê kirin. Ev yekîtiyek bi cewher û rêzdar e. Em ji yekîtiyê venagerin. Me got an em ê Sevr’ê derbas bikin û em ê Lozanê jî derbas bikin. Em dê îtîfaqa gelan a demokratîk ava bikin. Ev îtîfaqa azadiya mezin e. Çiqas di nava gelê Kurd û Tirk de îtîfaqek xurt bê avakirin, dê îtîfaqa di nava gelên Rojhilata Navîn de jî îtîfaqek xurt bê avikirin. Gelê Rojhalat Navîn bi qasî gelê Kurd û Tirk mohtacî vê tifaqê ye. Em ê vê yekê vekin. Ez belasebeb li ber xwe nadim.    Gotinek Kemal Pîr yê PKK’iyê herî mezin Kemal Pîr heye: ‘Ez rizgariya gelê xwe di rizgariya gelê Kurd de dibînim. Ez lîgir im ku Gelê Rojhilata Navîn di nava federasyonek mezin de kom bibin. Ez alîgirê yekîtiyek wisa me. Polîtîkayên înkar û îmhayê bi komarê dan windakirin.    Ocalan di hevdîtina 24'ê Gulana 2006’an a bi parêzeran de wiha dibêje: “Piştî sala 1923’an di pêvajoya Lozanê de bi mudaxaleya Îngiltereyê ku di sala 1924'an de Tirkiye derbasî netew-dewletê bû, peyvira înkarê da  Tirkan û peyvira îsyanê jî da Kurdan. Pêvajoya inkar, îmha u îsyanê ya di sala 1925’an de bi Komarê gelek tişt da windakirin. Bi vê yekê qeyrana Demokrasiyê li Tirikyeyê bêtir kûr bû û hêj didome.    DIXWAZIN XETA ME YA KOMARA DEMOKRATîk TASFIYE BIKIN'    Ocalan, di hevdîtina 4'ê Çileya 2007'an de jî têkildarî peymanê ev tespît kiribûn: "Îro AKP, MHP, CHP û partiyên din ên dişibin wan, bi nijadperestî û yekperesiyê polîtîkayên berê didomînin. Piştî salên 1950’î bandora emperyalizma DYA dikeve meriyetê û hêj didome.    ‘EM LOZANÊ NÛJEN BIKIN   Ocalan, herî dawî di 17'ê Adara 2010'an de ji bo çareseriyê di hevdîtnên parêzeran de ji hikûmetê xwestibû ku li dijî talûkeya Sewrê peymana Lozanê nûjen bikin. Kurd û Tirkan di sala 1920’an de îtîfaq ava kirin. îro li ser bingehê demokratîkbûnê dîsa pêdivî bi vê îtîfaqê heye. Em li dijî talûkeya Sevrê peymana Lozanê nûjen bikin."    MA / Ferhat Çelik