Ji bo şandina pereyê girtîgehê 41 rûpel îdîname hat amadekirin 2020-07-22 09:09:29 AMED – Rojnamevan Rojhat Dogrû di 17’ê hat berdan. Ji bo ji du girtiyan re pere şandiye hatibû girtin û ji bo vê yekê derbarê wî de îdînameyek 41 rûpelî hatiye amadekirin.   Rojnamevan Rojhat Dogrû ji ber lêpirsînek li Stenbolê di sala 2019’an de derbarê wî de hatibû destpêkirin di 23’ê gulanê de hatibû girtin. Piştî ku zaptê guncandîtinê hat amadekirin Dogrû di 17’ê tîrmehê de ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê hat berdan. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ku biryara girtina Dogrû derxist bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” hatibû girtin û ji bo vê îdîayê derbarê Dogrû de 41 rûpel îdîaname amade kir. Îdîaname ji aliyê 37’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat pejirandin. Di îdînameyê de hevdîtina telefonê ya Dogrû li gel parêzerê wî û hevpîşeyên wî û şandina hezar lîre pere ji bo 2 hevalên xwe şandiye sûc hat dîtin.    Ji ber vê îdîaya derbarê Dogrû de ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê hepsê hat xwestin.