Birayê wê axivî: Xwişka min bi zexta civakî hat kuştin 2020-07-22 09:28:58   AGIRÎ – Birayê Fatma Altinmakas a dayika 6 zarokan ku ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin Mîr Bedirxan Ayaz diyar kir ku xwişka wî bi “zexta civakî” hatiye kuştin û kujer ne kesek tenê ye.    Li gundê Qêranlî yê girêdayî navçeya Melazgirê ya Mûşê di 14’ê tîrmehê de Fatma Altinmakas a dayika 6 zarokan ji aliyê hevjînê xwe Kazim Altinmakas ve hatibû kuştin. Malbata Fatmayê cenaze wergirt û bir li gundê xwe Hozdemîrê yê girêdayî navçeya Panosa Agiriyê veşart.    Kazim Altinmakas ê cînayetê pêk anî hat binçavkirin û ji sûcê “bi qestî kuştiye” hat girtin.    GILIYÊ TECAWIZÊ KIRIN E   Li gorî îdîayan pêvajoya ku Fatmayê biriye kuştinê, tê gotin birayê Kazim Altinmakas, S.A. tecawizî Fatmayê kiriye. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Fatmayê li gel hevjînê xwe di 12’ê tîrmehê de çûne Fermandariya Cendirmeyan a Melazgirê giliyê S.A. kirine û piştî du rojan Fatmayê ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye qetilkirin.    BIRAYÊ FATMAYÊ BÛYER PIŞTRAST KIR    Birayê Fatmayê, Mîr Bedirxan Ayaz piştrast kir ku xwişka wî û kujer Kazim Altinmakas bi hev re çûne giliyê tecawizkar S.A. kirine.    Ayaz diyar kir ku piştî gilîkirinê S.A. hatiye binçavkirin û piştî du rojan serbest hatiye berdan û got: “Beriya cînayetê me têkildarî mijarê agahî girtibû ku S.A. tecawiz kiriye. Pişt re min ji xwişka xwe û Kazim Altinmakas re goti divê biçin gilî bikin. Hêj min fêm nekiriye ku S.A. çawa berdane. Piştî S.A. tê berdan xwişka min tê qetilkirin. Gelo biryara vê qetlê tenê Kazim Altinmakas daye an jî di encama zexta xizmên wan û S.A. de ev cinayet pêk hatiye. Divê li van hemû hurgûliyan were mêzekirin.”    Ayaz da zanîn ku S.A. yê tecawizkar berê jî birayê xwe jî kuştiye û got: “Însanek wiha ku wê bûyerê pêk anî be biryara ji bo kuştina xwişka min jî daye.”    'BERPIRSÊ KUŞTINÊ TENÊ NE KESEK E’    Ayaz destnîşan kir ku biryara qetilkirina xwişka wî tenê kesek nedaye û got: “Dibe ku kesek wê kuştibe, lê belê di bin vê cînayetê de zextek civakî heye. Kuştina jinan ên li Tirkiyê bi polîtîkaya heyî ve girîdayî ne. Divê ev baş were zanîn. Li ser jinan zextek polîtîk û civakî heye. Heta ku feraseta li dijî jinan neyê guhertin, wê kuştina jinan bidome. Divê li dijî serdestiya zîhniyeta zilam wekheviya jin û zilaman pêk were.”    MA / Dîndar Karataş