Dadgehê cerdevanên ku Hamdiye Şik kuştin şandin girtîgehê 2020-07-22 11:17:18   AMED - Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Bismilê, der barê Mahmut Karaarslan û 5 zarokên wî yen 2 jê cerdevan in de, bi sucdariya hevjîna xwe ya berê Hamdiye Şik û kurê wê kuştine, biryara girtinê da û şandin girtîgehê.    Hakimtiya Ceza ya Sulhê ya Bismilê, der barê Mahmut Karaarslan û zarokên wî Serdar û Sîdar ên cerdevan in û zarokên wî yên din Zafer, Serhat û Mazlum Karaarslan de, ji ber li Gundê Kaxitli yê Navçeya Bismilê ya Amedê hevjîna xwe ya berê Hamdiye Şik a 61 salî û kurê xwe Kadrî Karaarslan ê 26 salî kuştiye, bi sucdariya "Bi zanebûn mirov kuştinê" biryara girtinê da û şandin girtîgehê. Heyeta dadgehê der barê Murat Karaarslan ê kurê Hamdiye Şik ku brîndar bibû de jî bi "Şertê Kontrola Edlî"  serbest  berda. Ferdên malbata Karaarslan di 18’ê Tîrmehê de ji bo erd şer kiribûn. Di şerê çekdarî de Hamdiye Şik û kurê wê Kadrî Karaaslan hatibû kuştin. Di bûyerê de eskeran Mahmut Karaarslan û zarokên wî Serdar û Sîdar ên cerdevan û zarokên din Zafer, Serhat û Mazlum Karaarslan û Mûrat Karaarslan binçav kiribûn. Piştî îfadeya li Qerekola Kaxitliyê, di 21’ê Tîrmehê sewqî Dozgeriya Komarê ya Bismilê kirin. Dozger jî bi daxwaza girtinê sewqî Hakimtiya Ceza ya Sulh a Bismilê kirin. Hakimtiyê jî der barê Mahmût Karaarslan, zarokên wî Serdar, Sîdar, Zafer, Serhat û Mazlûm de bi sûcdariya "Bi zanebûn mirov kuştinê" biryara girtinê da û şandin girtîgehê. Dadgehê derd barê Mûrat Karaarslan de jî bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da.