Malpera danûstandina bi kurdî: Gumgumok 2020-07-22 14:06:48 AMED – Li ser înternetê malpera danûstandinê ya Gumgumok a bi kurdî hat vekirin. Cil û berg û gelek berekên din di malperê de bi kurdî tên firotin.   Malperek nû ya bi navê “Gumgumok” a danûstandina bi kurdî vebû. Ev malpera danûstandina cil û bergan a bi kurdî ye. Malpera Gumgumok diyar kiriye ku ew di cîhanê de yekemîn malpera danûstandinê ya bi kurdî ne.    Malper, li ser înternetê cil û bergan û gelek tiştên din difiroşe mişteriyan. Di malperê de cil û berg û pêlavên jin, zarok û zilaman, xişr û kozmetîk, cilên Amedsporê, çente, pirtûk, amûrên muzîkê, tabloya kanvas, piyala kûpa, çenteyê paçîn, balîfa çarçik û saet tên firotin.    Malper li gorî kategoriyan hatiye dîzyankirin û di serî de xizmetên bi kurdî her wiha bi tirkî û îngîlîzî jî hene. Di beşa kurdî de her cûre naveroka malperê bi kurdî hatiye nivîsandin.   Li ser tîşortên zarokan wêneyên sewalan û nivîsên cûrbicûr hatine xêzkirin û nivîsandin. Her wiha remza Zarok TV jî li ser tîşortên zarokan hatiye nivîsandin.   WÊNEYÊN HUNERMEND Û NIVÎSKARÊN KURD    Li ser tîşortên jin û zilaman jî wêneyên hunermend û dengbêjên kurd, wêjekarên kurd hatine xêzkirin û nivîsandin. Li ser tîşortên jin û zilaman wêneyên hunermendên wek Şivan Perwer, Aram Tîgran, Ciwan Haco, Eyşe Şan, Karabêtê Xaço, Mihemed Arifê Cîzrawî, Şakiro, Mihemed Şêxo, Yilmaz Guney, Ahmet Kaya, zanyar û nivîskarê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa), zimanzan û wêjevanê kurd Celadet Alî Bedîrxan hatine çêkirin.     Her wiha tîşortên ku nivîsên cûr bi cûr ên balkêş li ser wan hatine nivîsandin jî hene.. Tîşortên cûrbicûr hene.    ERZANÎ HEYE    Nav û bihayê hemû hilberînan yek bi yek bi kurdî li binî wan hatiye nivîsandin. Bihayê her cûre berekên di malperê de kêmkirî tên firotin û kesên bi ser 100 TL’yî de danûstandinê bike jî heqê kargoyê ji kîsê Gumgumokê ango malperê ye.    Kesên ku bixwazin danûstandinê bikin dikarin li ser vê lînkê xwe bigihîninê: https://gumgumok.com/ku   MA / Bîlal Guldem