Karkerên ji Yozgatê hatin derxistin: Xelkê 42 gundan êrişî me kir 2020-07-22 15:56:45 MÊRDÎN – Ew karkerên li Yozgatê nijadperestan êrişî wan kiribû vegeriyan Mêrdînê. Karkeran behsa êrişê kir û diyar kirin ku ji bowan “baca rê” red kirine bi navtêdana keyayan 42 gundan êrişî wan kiriye. Karkerên ji Mêrdînê çûn gundên Bazlamaç û Kayalar ên girêdayî navçeya Çekerek ên Yozgatê û xwestin di daristanê de bixebitin. Di 18’ê tîrmehê de keyayan “baca rê” ji karkeran xwestiye û bi vê hêncetê êrişî karkerên kurd kirin. Ev karker ji navçeya Dêrika Mêrdînê çûne wir. Ewilî komek biçûk êrişî karkeran dikin cendirme êrişê disekinînin. Paşê li ser navtêdana 18 keyayên wan gundan, şêniyên gundan dicivin û êrişî karkeran dikin. Qeymeqamiyê bi hêceta “em nikarin ewlehiya wan bigirin” hin karkeran ji navçeyê derxist û şandin Mêrdînê û hin karkerên man jî derbasî Çorûmê cem xizmên xwe li wir karkeriya çandiniyê dikin bûn. Hin karkerên li wir man jî hat zanîn ku vedigerin Mêrdînê.    Karkeran behsa êrişê kir û diyar kirin ku ew ji ber êrişê mexdûr bûne û ji karê xwe bûne.    ‘BACA RÊ’ XWESTIN E    Îrfan Çagûr ê karkerê daristanê da zanîn ku ew her sal li cihên cuda kar digirin û ew ji Dêrikê çûne. Çagûr anî ziman ku roja ewil keyayan ji wan re ji bo konan eraziyên kesên din wek eraziyê wan be kirê kirine û piştî ku erazî yên hin kesên din derketin keyayan vê carê kirê ji wan daxwaz kir. Çagûr da zanîn ku keyayan “baca rê” ji wan xwestiye û dema ew vê bacê red dikin êrişan dest pê kiriye.    ‘LI DÊRIKÊ BÛYA WÊ DEWLETÊ ÊRIŞÎ ME BIKIRA’    Çagûr diyar kir ku her çiqas leşkeran xwest êrişkar belav bibin jî lê belav nebûn û got: “Helbet tiştek ku dewletê bikira hebû. Lê nekirin. Em 13 malbat mexdûr bûn. Nêzî 300 hezar lîre zirara me bû. Heke ev bûyer li welatê me pêk bihata wê wisa nebûya. Dewletê jî piştgirî da êrişkaran. Heke li Dêrikê êrişek wiha bibûya dê bi bombeyên gazê û ava şid me belav bikirina. Lê li vir wisa nekirin. Armanca wan jî ew bû em ji wir derkevin. Em jî dixwazin li Mêrdînê bixebitin lê ji ber nebûna kar em ji neçarî çûn wir. Lê mixabin ev hat serê me.”    ‘KURDBÛN Û MÊRDÎNÎ BES E’    Ji karkeran Mehmet Can Dûrgût jî destnîşan kir ku êriş bi awyake organîzeyî pêk hatiye û got: “Ji ber em kurd bûn êrişî me kirin. Derbarê êrişkaran de di warê hiqûqî û yasayî de tiştek nehat kirin. Haya rayedaran ji me hebû. Keyayan navtêdanê li 42 gundan kirin û êrişî me kirin. Em bi zehmetî ji lîncê rizgar bûn. Me keda xwe li wir hişt û vegeriyan welatê xwe. Ev êriş li ber çavê dewletê pêk tê lê tiştek nakin. Heke tu li wir Mêrdînî bî bes e. Wir veguherandine Teksasê. Tişta li me kirin navê wê zilm e.”    MA / Ahmet Kanbal