Cenazeyê Pinar Gultekîn li Xîzanê hat veşartin 2020-07-22 19:08:27   BEDLÎS – Cenazeyê Pinar Gultekîn ku li Mûglayê hatibû qetilkirin, li navçeya Xîzanê hat veşartin. Cenazeyê Pinar Gultekîn ku li navçeya Ûlayê ya Mûglayê 5 rojan agahî jê nahatibû girtin piştre derketibû holê ku li taxa Akyaka ya navçeyê ji aliyê Cemal Metîn Avci ve bi awayekî hatiye qetilkirin, li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê hat veşartin. Malbata Gultekîn, duh di saetên şevê de cenazeyê Gultekîn ji Saziya Tipa Edlî (TDK) ya Mûglayê girtibû, ber bi navçeya Xîzanê ve ketibû rê. Malbat, di saetên zû yên sibehê de gihîşt navçeyê, ji bo vecîbeyên olî cenaze bir mala xwe ya li navçeyê. Bi beşdariya gelek nûnerên rêxistinên jinan û partiyên siyasî ve cenazeyê Gultekîn ji aliyê jinan ve hat girtin û li Goristana Gayda hat veşartin.