Hevşaredar Demîr hat girtin 2020-07-22 20:04:48   AMED – Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de hatibû binçavkirin, hat girtin.   Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, duh  di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de hatibû binçavkirin. Îro piştî ku îfadeya wî li Miduriyeta Polisan a Amedê  hat girtin, sewqî Edliyeya Amedê hat kirin. Demîr, piştî ku li edliyeyê îfade da dozger, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Silhê ya Cezayê ya Nobedar hat kirin. Dadgeriyê bi angaşta “endamtiya rêxisinê” biryara girtina Demîr da.    Demîr, piştî biryarê şandin Girtîgeha Tipa D a Amedê.