Her sibehê bi dengê 200 cûre çukan şiyar dibin 2020-07-23 09:00:57   QERS – Gola Xanê ya li Qersê, ji 200 cûre çûkî re malovaniyê dike. Ji bo gundiyên gundê li cem golê dewlemendiya herî mezin, her sibehê şiyarbûna bi dengê 200 cureyên çûkan e.   Gola Xanê ku di nav sînorê navenda Qersê û navçeya wê Dîgorê de cih digire, ji ber xweşikiya xwe ya xwezahî yek ji cihê bêhampa yê bajar e. Li gorî daneyên pisporan; gola ku li ser rêya di navbera Qers û Îdirê de ye, ji 200 cûre çûkên koçber re malovaniyê dike. Ji van cûreyên çûka 4 jê xwemalî ne. Çûkên ku tevahiya havînê li ser golê ne, bi demsala payîzê re koçî welatên germ dikin.    GOL PARASTÎ YE   Gol, di bin parastina Şaxa Miduriyeta Giştî ya Parqên Neteweyî û Parastina Xwezayê ya Wezareta Daristan û Çandiniyê ya Bajar a Qersê de ye. Li golê projeyên lêkolîna cûreyên biyolîk tên kirin. Li golê û derdora wê nêçîrvanî qedexe ye.   BERIYA DENGÊ ÇÛKAN DIKIN   Li ber golê gundê bi navê Gola Xanê ku girêdayî navçeya Dîgorê ye û navê xwe ji golê girtî ye heye. Ji niştecihên gund Enver Yardimciel, diyar kir ku bi salan e li golê xwedî dertin û kêfxweşiya xwe ya ji ber hebûna golê bi van gotinan tîne ziman: “Em her sibehê bi dengê çukan şiyar dibin. Ev yek ji bo me dewlemendiya herî mezin e. Dema em ji gund dertên, tişta ku herî zêde em bêrî dikin dengê çûkan e.”