Kirîna xwarina pitikan bûye sedema îhracê 2020-07-23 09:06:49   WAN – T.E. ku li Wanê dijî, destpêkê ji ber kirîna 120 pakêt xwarina pitikan, bi angaşta “ji rêxistinê re peydakirina amûrên tibî” hat binçavkirin. Piştre lêpirsîna ku vê derbarê de lê hat vekirin, bêyî ku bibe doz hat girtin. Hat hînbûn ku piştî 4 salan bi heman hincetî T.E. ji karmendiyê hat îxrackirin.    Piştî Hewldana Darbeya Leşkerî ya 15’ê Tîrmehê, bi hezaran kes ji cemaweriyê hatin îxrackirin. Yek ji van kesan jî T.E. ye. Hinceta îxrackirina T.E. mirov matmayî dihêlê. T.E. li Wanê dijî û rojek piştî ku bijîjk ji braziya wî re 120 pakêt xwarina pitikan dinivisîne û ew jî bi vê reçeteyê van pakêtan dikire, tê binçavkirin. Derbarê wî de bi angaşta “bi zanebûn û xwestin alikariya rêxistinê” lêpirsîn tê vekirin. Lêpirsîna derbarê wî de bêyî ku bibe doz ji aliyê dozgeriyê ve tê girtin. Li gel vê yekê jî piştî 4 salan T.E. bi heman hincetî ji karmendiyê tê îxrackirin.    DEMEKE DIRÊJ XWARINA PITIKÊ VEGOTINE   T.E. derbarê mijarê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku qet texmîn nekiriye ku bûyereke bi vî rengî bê serê wî û wiha got: “Kes jî texmîn nake ku ji ber kirîna xwarina pitikan bê binçavkirin. Xwarina ku min kirî xwarina piştgiriyê ya pitikan bû. Dema ez diçûm malê hatim rawestandin û bêyî ku tu astengî derxin, zarokê 16 salî yê li cem min destê wî di pişt de kelemce kirin. Demeke dirêj me li TEM’ê piştrast kir ku tişta di qutiyan de xwarina pitikan e. Li gel ku amîrekî polisan got ku tişta bi me re xwarine pitikan e û ew bixwe jî dide pitika jî binçavkirina me berdewam kirin. Timik ji me pirsîn ku em çima xwarina pitikan ji rêxistinê re dibin. Tişta herî pêkenok jî li gel ku ewqas dem ser vê bûyerê re derbas bûye jî pêşiya min bernedane. Piştî ku ji aliyê komîsyona Rewşa Awarte ve hatim îxrackirin, mîn kir ku ji ber xwarina pitikan hatine îxrackirin. Komîsyonê van xwarinan weke amûrên tibî yên ku ji rêxistinê re hatine şandin şîrove kiriye û kiriye hinceta îxrackirina min. Tişta sosret jî di heman şevê de xwarinan dabûn min.”   ‘EWQAS JÎ NABE’    Parêzerê T.E. Tûran Ece ku îttîrazî biryarê kir jî ev tişt got: “Piştî ku Komîsyona Rewşa Awarte serlêdana muwekîlî min qebûl nekir û weke hincet jî xwarina pitikan nîşan da em ji bûyerê haydar bûn. Peywirdarên cemaweriyê bi girtina girteka bi vî rengî sûc kirine. Li gel ku her cûre agahî û belgename di destê wan de hebûne jî bi xwestin û zanebûn sûcê lihevanîna sûc kirine. Peywirdarên cemaweriyê ku divê ji herkesî re wekhev tevbigerin, sûcekî mirov dikare bibêje ‘ewas jî nabe’ çêkirine.”   Piştî îttîraza ku hatiye kirin niha jî gelek tê meraqkirin ku dê Dadgeha Îdareyê derbarê îxracê de biryareke çawa bide.    MA/ Adnan Bîlen