Çareserî Komara Demokratîk e 2020-07-23 09:10:43   STENBOL - Polîtîkaya înkar îmhaya Kurdan ku bi peymana Lozanê dest pê kir 97 salin didome. Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Çengîz Çîçek, diyar kir ku projeya Ocalan a "Tirkiyeya Demokratîk" îro jî di hedefa Lozanê de ye û wiha got: "Muwekilê min Ocalan çareseriyê ne di înkar û ne jî di isyanê de dibîne. Çareseriyê di Komara Demokratîk de dibîne."    Peymana Lozanê li Paytextê Swêdê Lozanê di 24'ê Tîrmeha 1923’an de îmze kirin. Peyman di nava hikûmeta Tirkiyeyê û welatên cîhanê yên di şerê cîhanê yê yekem de bi ser ketin îmze kirin. Hikûmeta Tirkiyeyê û welatên cîhanê yên di şer de bi ser ketin, bi Peymana Lozanê li ser axa Anadolu û axa Mezopotamya bingeha polîtîkayên înkar û îmhayê dan destpêkirin. Bi peymana Lozanê nasname, çand û nirxên Kurdan 97 salin tên înkarkirin û mafê Kurdan ji destê wan tê girtin. Dîsa li ser Kurdan polîtîkayên bişaftinê tên meşandin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hem di paraznameyên xwe de hem jî di hevdîtinên xwe yên bi parêzeran re dem bi dem bal kişand ser peymana Lozanê û xwest peymana Lozanê bê nûjenkirin.    Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endamên Lijneya Navendî ya HDP'ê Cengiz Çiçek der barê peymana Lozanê û nirxandinên Ocalan de nirxandin kirin. Çîçek, anî ziman ku bi peymana Lozanê pirsgirêka Kurd bêtir kûr bûye û Ocalan ji bo çareseriyê peşniyara "Ne înkar û ne jî îsyan, çareserî Komara Demokratîk e" kiribû.    Çîçek, anî ziman ku ji pêvajoya Şerê Yekemîn ê Cîhanê heta Peymana Lozanê Ermenî-Suryanî hatin qirkirin û Çerkes Ethem tesfiye kirin û wiha got: "Di wê pêvajoyê de komployên navxweyî zêde kirin. Di nava Sovyetan û Îngîlîstan rageşî zêde bûn. Bi peymana Enqereyê re dest bi tasfiyeya Mustafa Suphi û hevalên wî û hemû komunist kirin û bi konferansa Londra, Peymana Kahire û heta kadroyên ku Komarê ava bikin, geşedanên ku dikarin nezîkatiyên bîrdozî kristalize bikin hatin kodkirin."    Çîçek, anî ziman ku piştî Peymana Lozanê îmze kirin, 2 meh şûnde Komara Tirkiyeyê hat avakirin û ev kodên bingehîn ên avakirina komarê nîşan dide û wiha lê zêde kir: "Bi peymana Lozanê aqilê ku nêzî hegomonyaya Îngîlîstanê dibû, di qada siyaseta navneteweyî de gav bi gav fermî dibû. Siyaseta tasfiyeyê ku bi siyaseta Îngîlîstanê pêş ket, bi taybetî piştî Îsmet Înonu û Fevzi Çakmak hatin Enqereyê bêtir diyar bû. Divê di wê demê de hişmeniya serdest, bingeha birdozî, têkilî û pêvajo bi hevre bên nirxandin. Lê divê nîşeya kesên qala wan tê kirin, rola wan a krîtîk ya beriya Komarê û piştî komarê li ber çavan bê girtin. Di encamê de dîroka hat nivîsîn a Peymana Lozanê herikîna dîrka Kurdan raste rast diyar dike. Divê em vê yekê qebûl bikin. Ji ber vê yekê bi Peymana Lozanê kodên bingehîn ê Komara Tirkiyeyê hat avêtin."     Çîçek, bal kişand ser beşên peymana Lozanê û wiha berdewam kir: "Divê pêvajoya Peymana Lozanê bibe 2 beş. Divê pêvajoya navbera 20'ê Mijdara 1922-4'ê Sibata 1923'an Beş Yekemîn a  Lozanê bê dîtin. Di vê demê de li ser meseleya Musulê li hev nekirin û hevdîtin bi encam bûn. Di 17'ê Sibata 1923’an de di Kongreya Îktîsatê ya Îzmirê de rêya bilindkirina kapitalist esas tê girtin. Bi pêngava duyemîn çavê xwe ji kapitalizma Rojava re çavên xwe digirin. Piştre Hikûmeta Enqereyê meseleya Musulê ku di peymana yekem de li hev nekiribûn, di 8'ê Adarê de piştî aştiya navbera Tirkiye û Îngîlîstanê di nava 12 mehan de çareser kirin. Pêşniyar kirin ku ger peyman pêk neyê dê serî li Cemiyeta Milletan bidin. Bi vê yekê li gorî daxwaza Îngîlîstanê tev geriyan. Piştî vê kongre û hevdîtinê di 23'ê Nîsanê de hevdîtnên beşa duyemîn a Lozanê dest pê kir."     DESTÛR NEDAN KU KESÊN DI MECLÎSA YEKEM DE LI DIJÎ PEYMANA LOZANÊ BÛN DI MECLÎSA DUYEM DE CIH BIGIRIN   Meclîsa Yekemîn di 1'ê nîsana 1923'an de fesih kirin. Pişte di 23'ê Nîsanê de dest bi hevdîtinên Lozana Duyemîn kirin. Di 24'ê Tîrmehê de peyman îmze kirin. Piştî peymanê Meclîsa Duyemîn di 11'ê Tebaxa 1923’an de hat avakirin. Meclîsa duyemîn bi lîsteya usula navendî hat diyar kirin. Bi vê yekê kesên di Meclîsa Yekem de li dijî Peymana Lozanê muxalif bûn yek jî nexistin lîsteyê. Bi taybetî cih dan kesên Komkujiya Ermeniyanû polîtîkayên înkar û îmhayê diparastin.  Bi meclîsa duyemîn armanc kirin ku Peymana Lozanê wekî noterê erê bikin. Vê meclîs di 23'ê Tebaxa 1923’an de ev peyman îmze kir. Du meh şûnde komar îlan kirin."     OCALAN: KOMAR LI DIJÎ ÎNGÎLTERE NEHAT AVAKIRIN, DIJBERÎ VÊ YEKÊ BI PIŞTGIRIYA WÊ HAT AVAKIRIN   Çîçek, bal kişand ser nirxandina Ocalan a der barê helwesta Îngîltere ya ava kirina komarê û wiha lê zêde kir: "Komar li dijî Îngiltere nehat avakirin. Dijberî vê yekê bi piştgiriya dîyarker a Îngiltere komar hat avakirin. Du armancên Îngiltere li vir hebûn. Armanca yekemîn li ser xeta Bakurê Rûsya ku li pey şoreşa cîhanê bû bi Tirkiyeyê xetek hevsengiyê ava bike.  Ya duyemîn jî dewleta Neteweya Tirk ku ji bo wê nebe talûke bi sînor bike. Bi Peymana Lozanê li ser bingeha projeya komara mîminal a Îngiltereyê, bi tengkirina sînoran, rê li pêş naskirina netew dewleta ku bingeha hegemonyaya cîhanê ye vekir. Bi peymana Lozanê li şuna meseleya Kurd çareser bike, pergala li ser esasê netew dewlet tercîh kir. Li gorî kimyaya neteweya homojen di sala 1924'an de bi Destûra Bingehîn, bingehê zagonî ya avakirina dewleta neteweya Tirk ava kirin."    'ROLA ÎNKARÊ DAN TIRKAN, ROLA ÎSYANÊ JÎ DAN KURDAN'    Çîçek, bal kişand ser nirxandina  Ocalan a nêzîkatiya îngîltereyê û wiha got: "Berêz Ocalan, vê polîtîkayê bi gotina 'Rola înkarê dan Tirkan û rola îsyanê dan Kurdan. Komar jî xizmeta hegemonyaya Îngîltereyê ya ku bi feraseta Netew Dewletê înkar û îsyanê pêş dixe, dike.' Ocalan Destûra Bingehîn a 1921'an wekî bedena tezahura atmosfera polîtîk digire dest. Kadroyên ku bingeha vê zagonê ava dikin, dibin sedem ku  Îttihat û Terakkî bingeha Anadolu bikin misilman û Tirk pêş dixin. Destûra Bingehîn a 1921'an zor li Hikûmeta Enqereyê dikir ku der barê pêşeroja Kurdan de gavên şênber bavêje. Bingeha Melîsa Yekemîn û bingeha Destûra Bingehîn a sala 1921'an cih dide xwişk û biratiya gelan û baweriyan. Ger ku ev yek heta îro pêş ketibûya dê rê li pêş pergalek demokratîk vekiriûya."    Çîçek, da zanîn ku analîzên Ocalan encama siyasî û civakî ya li ser meseleya Kurd şênber derketine holê radixe ber çavan. Eger Destûra Bingehîn a sala 1921'an li ser esasê xwişk û biratiya gelan û baweriyan pêş ketibûya dê dê rê li pêş pergala demokratik ava kiribûya.    Çîçek, anî ziman ku di encamê de li gorî ruhê polîtîk ê Peymana Lozanê Destûra Bingehîn a sala 1924 hat sazkirin. Wekî ku bingeha Destûra Bingehîn a sala 1921 îspat bike. Bi Destura Bingehîn a sala 1924'an re xala xweseriya Navçe, Bajar û Nehiyan a Zagona Bingehîn a sala 1921'an tê rakirin. Meclîsên navçe û bajaran tên rakirin. Derbasî navendîbûnek hişt dikin. Hilbijarteka çareseriya pirsgirêka Kurd a xweseriya Rêveberiya Herêmî ku bi Destûra Bingehîn a sala 1921'an guncav bû, bi Destûra Bingehîn a sala 1924 ji holê hat rakirin. Bi vê yekê gelê Kurd derbasî dersînorê pergalê kirin û ser wê girtin. Ev mijar di niqaşên Meclisa Tirkiyeyê de wiha tên gotin. “Dewleta me dewletek mîllî ye. Ne dewletek pir millet e. Dewlet ji xeyni Tirkan milletên din nas nake."    Bi van gotinan di dîroka Komarê ku dema hat avakirin Kurd qebûl dikirin, bi awayekî fermî pirsgirêka Kurd înkar kiriye û serî li rêyên bişaftinê daye."    Çîçek, bal kişand ser rola Îngiltere û wiha got: "Di di pêvajoya ku ji Împaratoriyê derbasî netew dewletê bûn de, mimarê van polîtîkaên ku li ser vê hemû axê hat ditîn Îngîltere bi xwe ye.  Ocalan, estnîşan dike ku di salên 1919-23'an de pêvajoya herî guncav a îtîfaqên di navbera Kurdan, sosyalistan, umetkar, misilmanên dmokrat, lazan û Çerkezan de ye. Ocalan tîne ziman ku rengê van îtîfaqên hatine kirin jî ruyê xwe di Meclisa Yekemîn a hat damizandin de xuya dike. Ji ber vê yekê Ocalan pêdivi bi nûkirina Destûra Bingehîn a sala 1921'an dibîne. Dixwaze bi vê yekê mafen mirovan ê gerdûni û demokratîk bê nûjenkirin. Ocalan bi lîstika Îngiltere dixwaze bêje, bi komployê hundi û derve, hizmeta hemomonyaya Kapîlatîst a îngiltere ya darbekar dike."       Çîçek, li ser fikrên Ocalan ên têkildarî çareseriyê axivî û got: "Ocalan di pirtûka Parastina Gelekî de, rewşa li ser esasê Statuya Gelê Kurd wiha dinirxine. Gelê Kurd ne di hiquqa neteweyî de û ne jî di hiqûqa navneteweyî de mafê wî nayê naskirin. Hiqûqa Yekîtiya Ewropa (YE) bi israr dixwaze meseleyê li ser esasê mafê tekakesî çareser bike. Bi vê yekê naxwaze rastiya dîrokî û civakî bibînin. Ev feraset nîşan dide ku polîtîka û Peymana Lozanê hêj didome. Hebûna Komara Tirkiyeyê li hemberî tunebûna Kurdan (înkara Kurdan) Kerkuk û Mûsul ji Îngîltereyê re hiştine. Li hemberî ku TC pergala Kapîlazimmê qebûl bike destûr daye ku Peymana Lozanê qebûl bike."    ÇARESERÎ ÎTÎFAQA DEMOKRATÎK Û DESTÛRA BINGEHÎN A 1921'AN E   Çîçek bal kişand ser fikra Ocalan a çareseriyê û got: "Ocalan der barê ji destrevandina Komara Demokratik a Tirkiyeyê, wiha dibêje: 'Tirkiye bi vê yeke sedsala 21'an winda kir. Bi komploya navdewletî ya 15'ê Sibata 1999'an armanc dikin ku sedsala 21’an bidin windakirin. Kurd bi hafizaya xwe ya dîrokî berxwedana demokratik danî holê. Hilbijartina Komara Demokratîk a Tirkiyeyê bi Peymana Lozanê di hedefê de ye. Ji bo sedsala 21'an neye windakirin divê "Ne înkar û ne jî îsyan, divê çareseri Komara Demokratik be. Divê ji dîrokê ders bên derxistn.'  Ocalan bi sekn û fikrên xwe hewl dide ku li dijî "Kemîna Kurd" ku rê li pêş çareseriya pirsgirêka Kurd digire û dibe sedema jana çand, aborî, civak û siyaseta Tirkiyeyê, çareseriyekê ava bike. Mirov nikare Kemîna Kurd tenê wekî Komkujiya Kurd pênase bike. Li ser neçareserkirin û perçekirina Kurdan disekine. Bi vê kemînê gelê Tirk, Fars, Ereb û neteweyên din jî dikevin nava vê kemînê.    Ocalan, rêya xelasiya ji vê Kemînê wekî avakirin û pêşxistina Meclîsa Yekemîn û Destûra Bingehîn a 1921'an nîşan dide. Dîsa Îtîfaqa Demokrasiyê ya şopên Destûra Bingehîn a 1921'an nîşan dide,"       MA / Ferhat Çelik