Kolberê agahî jê nedihat girtin li qereqolê derket: Îşkence li me kirin 2020-07-23 10:06:55   WAN – Derket holê ku kolberê bi navê Keleş Arsan ê ji Makûyê derbasî Wanê bûbû ji 19 tîrmehê ve agahî jê nedihat girtin û ew li qereqolê hatiye ragirtin. Arsan got îşkence lê hatiye kirin û leşkeran bi amûrên giran li wan dane.    Ji bajarê Makûya Rojhilatê Kurdistanê kolberê bi navê Keleş Arsan û 4 hevalên xwe kolber şeva 18’ê tîrmehê di sînor de derbasî navçeya Ebexê ya Wanê bûbûn. Ev 4 roj bûn agahî ji Arsan nedihat wergirtin. Derket holê ku Arsan li qereqola li ser sînor di binçavan de bûye.    Me bi navbeynkariya malbata wî xwe gihand Keleş Arsan û malbatê got lawê wan li qereqolê hatiye îşkencekirin.    SÊ ROJAN ÎŞKENCE LI WAN KIRIN E   Arsan ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dema wan xwestiye sînor derbas bikin eskeran gule berdane wan û got: “4 hevalên min reviyan. Ji ber ez betilî bûm nikaribûm birevim û hatim desteserkirin. Min birin qereqolê. Li wir 19 penaber hebûn. Min ne got ez ji Îranê me min got ez ji Afganîstanê me. Me birin qereqolek din. Li wê qereqolê fermandarek û 6 eskeran bi dar, çakûç û hesinan li min dan. Her carê yekê hildadan nava xwe û bi hovîtî lê didan. Erd ji xwînê sor dibûn. Sê rojan îşkence li me kirin. Mil, ling û serê gelekan şikestin.”    Arsan anî ziman ku bêyî derbarê wî de tu muameleyek were kirin wî bi 19 penaberan re danîne ber sînorê Îranê û got: “Dema me xwest em derbasî Îranê jî bibin eskerên Îranê gule berdan me. Em reviyan û me xwe wisa rizgar kir.”    DI 2 SALAN DE 8 KES HATINE QETILKIRIN   Arsan da zanîn ku ew ji neçarî kolberiyê dikin û wiha got: “Em kolberiyê jî nekin em ê ji birçîna bimirin. Li Îranê tu karek nîne. Dema min girtin, jixwe min got wê min bikujin. Xwedî min xilas kir. Li gundê ez lê hatim girtin di 2 salan de 8 ciwan ji aliyê eskerên Îranê û Tirkiyê ve hatin qetilkirin.”