Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cardin serlêdan kirin 2020-07-23 11:09:52 STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Rêbarê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Raziye Tûrgût,  Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez, ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di sala 2019’an de bi Ocalan re 5 hevdîtin kiribûn.    Parêzer ji 7'ê tabaxa 2019'an ve ji bo hevdîtinê serlêdan dikin, lê serlêdanên parêzeran ne bi erênî û ne jî bi nayin bersivandin.