Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo kesên nebîna qursa kurdî ya online vekir 2020-07-23 13:12:27   STENBOL - Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo kesên nebîna qurseke taybet a hînbûna kurmancî vekir. Bi giştî 28 xwendekar tev li qursê dibin.   Bi berbelavbûna pandemiya vîrûsa koronayê re Komeleya Lêkolînên Kurdî (Enstîtuya Kurdî) dest bi dersên online yên zimanê kurdî yên zaravayên kurmancî û kirmanckî kiribû. Piştî ku serlêdan zêde bûn, ji bo kesên nebîna (astengdarên çavan) jî qurseke kurmancî ya taybet hate vekirin.   28 XWENDEKAR HENE   Qursa kurmancî ya ji bo kesên nebîna, di 17’ê tîrmehê de bi awayekî online dest pê kir û dê heta 3 mehan berdewam bike. Ji Kurdistan, Ewropa û gelek bajarên Tirkiyê 28 xwendekar tev li qursê dibin. Qurs her hefte rojên înê di navbera saet 20.00-22.00'an de pêk tê.   XEBATA YEKEMÎN   Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Eyûb Sûbaşî destnîşan kir ku cara yekemîn e di nava xebatên wan de qurseke wiha pêk tê û wiha got: “Ev ji bo me destpêkek e, lê ji bo siberojê dibe ku bibe sedema xebatên din ên ji bo astengdaran bi  giştî.”   DÊ XEBAT BERFIREHTIR BIBIN   Sûbaşî da zanîn ku hewl didin di demên pêş de xebatên xwe yên hînkirina kurdî ji bo kesên nebîna berfirehtir bikin û got: “Em dixwazin materyalên dersê ji bo van dersan amade bikin." Her wiha Subaşî diyar kir ku ji bo standartkirina alfabeya Braille ya ji bo kesên nebîna jî hewldanên wan hene.   MA / Kadrî Esen