Ji dosyeyên berat bûne û dozvenebûne hat girtin 2020-07-23 13:22:45   AMED – Derket holê ku Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ji ber dosyeyên hatiye beratkirin û dozvenebûne û birêvebirina kampanya alîkariya ya Mehmet Şemîşek ê Wezîrê Maliyê jî di nav de hatiye girtin.    Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, bi darçoveya lêpirsîna derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” hat girtin. Di nava hêceta girtina Demîr de hûrguliyên balkêş jî cih digirin.    VEXWENDNAME KIRINE MIJARA SÛCDARIYÊ     Demîr ji ber dosyeya biryara nepeniyê ku li serê ye ji 5 sûcdariyên cuda hat girtin. Di desteserkirina vexwendnameya KCD’ê û lîsteya delegeyan ku navê Demîr têde bûye kirine mijara sûcdarkirinê.    DI KAMPANYAYÊ DE AKP’YÎ JÎ HEBÛNE    Di îfadeyên Demîr de derket holê ku ji ber dosyeyên hatiye beratkirin û dozvenebûne û birêvebirina kampanyayek alîkariya ya sala 2013’an de li Êlihê bi beşdariya Mehmet Şemîşek ê Wezîrê Maliyê û Parlamenterê AKP’ê yê Êlihê yê berê Mehemt Emîn Ekmen jî di nav de hatiye girtin. Di nava hêcetên girtina Demîr de pergala “hevserokatiyê” ya HDP’ê jî cih girt. Her wiha parvekirinên medya civakî yên Demîr jî jê hatin pirsîn.    DOSYEYÊN BERÊ NÊRÎNA DADGER NEGUHERT    Her çiqas Demîr berê ji wan dosyeyên jê hatiye beratkirin û biryara dozvenekirinê ji bo wan hatiye dayîn jî lê dîsa nêrîna dadger neguhert û biryara girtinê bo wî hat dayîn.