Başaran: Tacîz û tecawizên zêde bûne, parçeyeke rêbazê şerê taybete 2020-07-23 13:33:31 ENQERE – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku bûyerên tecawîz û îstîsmarê yên li bajarên kurdan zede bûne, parçeyeke rêbazê şer ê AKP-MHP’ê ye û got: “Emê destûrê nedin siyaseta efokirinê.”   Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, têkildarî rojevên jinan li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Başaran, diyar kir ku polîsan bi hinceta vê civîna wan a çapemeniyê, Buroya Têkiliyê ya Komîsyona Rêveberiya Herêmî ya Demokratik a li Amedê kirine dorpêçê û wiha got: “Emniyeta Amedê, buroya me ya rêveberiya herêmî dorpêç kiriye. Diyare îstîxbarat şaş girtiye. Em li Enqerê daxuyanî didin.”   Başaran, da zanîn ku têkoşîna jinê ya di HDP’ê de, têkoşîna jinên femînîst a ku sedsale dewam dikeye û wiha axivî: “Em ê weke jinên HDP’î, destûr nedin ku ev têkoşîn bêrawestandin, êrîş û pêngavên li dijî vê têkoşînê. Mixabin em di demek ku îstîsmar û tundiya li dijî jinê pir zêde bûne re derbas bibin. Ev bûyer polîtîkin. Bûyerên tecawîz û îstîsmarê yên li bajarên kurdan zede bûne, parçeyeke rêbazê şer ê AKP û MHP’ê ye. Piştî ku zaroka 10 salî li Şirnexê rastî tacîzê tê, Walî derdikeve daxuyanî dide û diyar dike ku ev bûyer weke polîtîk tê pêşkêşkirin. Ev jî nîşanî me dide ku sûcdarê vê tacîzê ne tenê çawîşê pispore, yên ku evê cesaretin didin wî ne. Jinek 18 salî ji aliyê çawişekê pispor ve tê tecawîzkirin. Dema ku jin dixwaze vê bûyerê bi raya giştî re parve bike jî, 20 rojan tê desteserkirin, rastî gef û zilmê tê. Ev çawîşê pispor jî mîna yê Şirnexê, hêzê ji desthilatdariyê digire, jina ciwan tehdît dike û jina ciwan ji ber vê ji neçarî întîhar dike. Dema em li Êlihê bûn, di hevdîtinên me kirin de, me bihîst ku rewşa jina ciwan girane. Li Şirnexê 2 pisporên çawîş tên berdan. Em baş dizanîn ku wê ev hewldanên wan dewam bikin. Ji ber ku ev polîtîkayeke tifaqa AKP û MHP’ê ye û parçeyekê şerê taybetê. Ev rêbazên wan her roj bi bûyerên cuda derdikevin holê.”   ‘EM WAN JI ÊRÎŞÊN WAN NAS DIKIN’    Başaran, anî ziman ku ew polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jinan ji rêbazên operasyonên li hemberî jinan nas dikin û wiha bilêv kir: “Em ji îşkenceya bi kûçik a li dijî Rojbîn Çetîn, girtina hevala me ya jina 70 salî, Gulîstan Dokû ya 200 rojin windaye, êrîşên li dijî Komeleya Jinan a Rosa û TJA’yê van polîtîkayên baş dizanîn. Emê tu carî li dijî van êrîş û polîtîkayan bêdeng nemînin.”   ‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN SIYASETA EFOKIRINÊ’   Başaran, bal kişand ser qetilkirina Pnar Gultekîn û Fatma Altinmakas jî û wiha dewam kir: “Em her tim dibêjin ev encamên polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê ne. Berê jî min bi raya giştî re parve kirbû; siyaseta AKP û MHP’ê bi rêve dibe, ajandaya siyaseta li dijî jinane. Ne tenê di meha Hezîranê de 27 jin hatin kuştin, di heman demê de 23 jin jî bi awayekê bi guman hatin kuştin. Di dema desthilatdariya AKP’ê de 3 hezar zêdetir jin hatin qetilkirin. Êdî ev rewş veguheriye komkujiyê.”   Başaran, dest nîşan kir ku AKP li şûna ku li dijî komkujiya jinan siyasetekê pêş bixe, hewl dide samîmiyeta HDP’ê di testê re derbas bike û wiha bilêv kir: “Samîmiyeta me testkirina AKP’ê ye. Testa samîmiyeta me jinên li Tirkiyeyê ne, jinên Kurdin, jinên Çerkezin û jinên Tirkin. Testa samîmiyeta AKP’ê, polîtîkayên bi rêve dibeye. Erdogan ji bo cînayeta Pinar Gultekîn got ewê şopdarê bûyerê bin. Em ev rewşa we ya şopandinê, di tundiya li dijî jinan de dît. Tişta ku hûn dixwazin bişopînin siyaseta efokirina bersûcane. Lê em jin, emê destûrê nedin vê yekê.”   PEYMANA STENBOLÊ   Başaran, nîqaşên desthilatdariyê yên guhertina Peymana Stenbolê jî bi bîr xist û wiha got: “Di rojên ku tacîz, tecawîz û tundiya li dijî jinan pir zêde bûyîn de, nîqaşên guhertina Peymana Stenbolê xistin rojevê. Emê vê yekê qebûl nekin. Her roj di televîzyonan de jinan hedef nîşan didin ku vê nîqaşa xwe dewam bikin. Her roj li ser guhertina Peymana Stenbolê nîqaş dikin, lê bi tu awayî mafê axaftinê nadin jinan. Di encama kedeke mezin a jinan de ev peyman hat qebûlkirin. Îro desthilatdarî dixwaze van destketiyên me ji me bigire. Emê bi tu awayî destûrê nedin ku desthilatdarî van destketiyên me ji me bigire. Ewlekariya me ne desthilatdarî, ne hêzên ewlekariyê û ne jî daraza ku cesaretê dide zilamane. Ewlekariya me destkeftiyên me bi xwe ne. Emê tu carî dest ji van destkeftiyên xwe bernedin. Êdî tehemula me nemaye ku jinek tenê jî ji nava me kêm bibe.”   BANG LI PARTIYAN KIR   Başaran, di dewama axaftina xwe bang li komên partiyan ên di Meclîsê dene kir û wiha got: “Weke HDP’ê, koma me ya jinan di parlamentoyê de heye. Ger hûn dixwazin tundiya li dijî jinan ji holê bê rakirin, werin em bi hev re pirsgirêkê ji holê rabikin. Em bang li hemû saziyên jinan dikin, werin em hemû bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikin. Werin em hemû bi hevre ji desthilatdariyê hesap bipirsin. Ji bo ji bo vê amadene ku bi hevre rûnin û nîqaş bikin. “   FÎNALA KAMPANYAYÊ LI ENQERÊ YE    Başaran, derbarê kampanyeya “Jin Li Her Derêne”ya di 8’ê Hezîranê dest pê kiribûn de jî, ev agahî dan: “Ev meheke, em li dijî îstîsmarê, tundiya zilam, bi qeyûman re girtina saziyên siyasî û astengiyê xwe gihandinan jinan, dengê xwe bilind dikin. Me got têkoşîna jinan li her derê ye. Emê di 25’ê vê mehê de, li Parka Kûgûlû ya Enqerê saet 12.00’an de, fînala vê kampanyeay xwe bidin. Emê kompanya xwe bi dawî bikin. Emê dîsa bêjin têkoşîna jinan li her derê ye. Werin em hemû bi hev re li dijî cudakariyê, tundiyê û siyaseta dijber xwedî Peymana Stenbolê derkevin. Werin em bi hevre bibin dengê hemû jinan û li dijî serdestiya zilam a ku dixwaze me dorpêç bike, têkoşîna xwe mezin bikin.”