'Mucella Demîr ji aliyê hevjînê xwe yê ji girtîgehê firar kiribû ve hat kuştin’ 2020-07-23 14:46:01 AMED - Hat îdîakirin ku Mucella Demîr a li mala xwe ya navçeya Rezanê hatibû gule barandin, ji aliyê hevjînê xwe yê ji girtîgehê firar kiribû ve hatiye qetilkirin.     Hat îdîakirin ku jinan 34 salî Mucella Demîr a duh li mala xwe ya li Taxa Yûnûs Emre ya navçeya Rezan a Amedê hatibû gule barandin, ji aliyê hevjînê xwe yê ji girtîgehê firar kiribû ve hatiye qetilkirin.    Bûyerê duh rû da. Piştî ku dengê çekan ji Kolana 946’emîn bilind bûn, polîs çûbûn cihê bûyerê û Mucella Demîr birîndarkirî dîtibûn. Ekîbên tenduristiyê yên hatibûn cihê bûyerê Demîr rakiribûn nexweşxanê û ligel hemû mudaxileyan jî, li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da bû. Dûre derbarê bûyerê de lêpirsîn hatibû dest pê kirin.   Di çarçoveya lêpirsînê de, hat îdîakirin ku Demîr bi awayekê pergalî ji aliyê hevjînê xwe ve dihat îşkencekirin û hevjînê wê yê girtî berî demekê ji girtîgehê firar kiriye û ew kuştiye.    LI KOLANÊ JÎ ÎŞKENCE KIR   Hat zanîn ku Demîr heya 3 mehan nedikarî bi 6 zarokên xwe re ji malê derbikeve, her tim ji aliyê hevjînê xwe ve dihat derpkirin, ev bûyer gelek caran heya kolanê jî dewam dikir û cîranên wan şahidiya îşkenceya li Demîr dihat kirin, kirine. Cîranên Demîr ên derbarê cînayetê de axivîn, wiha gotin: “Demîr her tim ji aliyê hevjînê xwe ve dihat îşkencekirin. Her dawî ku bi çekê ew kuşt.”   Li aliyê din, hat diyar kirin ku ambulansa ji bo Demîr hat gazîkirin jî piştî saetek şûn de hatiye cihê bûyerê. Hat zanîn ku zilamê piştî cînayetê ji cihê bûyerê reviya, winda bû.