Endama meclîsa şaredariyê ya HDP’ê hat berdan 2020-07-23 16:07:25   RIHA - Endama Meclîsa Şaredariya Hewagê Sema Aîşeoglû ya pêr li Rihayê hatibû binçavkirin, hat berdan.   Endama Meclîsa Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hewagê Sema Aişeoglû, di çarçoveya lêpirsîneke derbarê wê hatibû birêvebirin de, ji bo îfade bide pêr çûbû Midûriyeta Polîsan a Rihayê û li wir hatibû binçavkirin. Sema Aîşeoglû hat berdan.   Aişeoglû ya li ewlekariyê lêpirsîna wê bi dawî bû, sewqî Edliya Rihayê hat kirin. Dozger piştî girtîna îfadeyê, biryara serbest berdana Aîşeoglû da. Hat zanîn ku derbarê parvekirinên medya civakî û endamtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, pirs ji Aîşeoglû hatin kirin.