Ne li îşkencekaran li nexweşê şîzofrenê doz vekirin 2020-07-24 09:04:08   WAN – Bi angaşta “endamtiya rêxistinê û li ser navê rêxistinê kirina sûc” doz li nexweşê şîzofrenê Firat Koç ku dema şermezarkirinên qeyûman ji aliyê polisan ve hatibû derpkirin, hat vekirin.    Derbarê nexweşê şîzofrenê Firat Koç ku dema şermezarkirinên qeyûman a tayînkirina ser şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê de li çayxaneyeke bajarê Wanê ji aliyê polisan ve hatibû derpkirin, dozname hat amadekirin. Bi Koç re derbarê 5 kesên din de jî dozname hat amadekirin.    SÛCÊN JÊ BÊN DARIZANDIN   Doznameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hatiye amadekirin, ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hat qebûlkirin. Wê her şeş kes jî bi angaşta “Li gel ku ne endamê rêxistinê ne jî li ser navê rêxistinê sûc kirine” û “Tevlîbûna bêçek a meş û civînên li dijî qanûnan û belavnebûna li gel hişyarkirinê” bên darizandin.    SÛC TUNEYE LÊ DOZNAME HEYE   Di doznameyê de hatiye diyarkirin ku di lêgerîna ser Firat Koç de tu tiştekî ku bibe sûc nehatiye dîtin. Li gel vê yekê jî di doznameyê de hatiye destnîşankirin ku dê Koç û 5 kes ji ber kirina sûc bên darizandin. Daneşîna destpêkê ya dozê wê di 15’ê cotmehê de li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê bê dîtin.    LÊPIRSÎNA POLÎSAN BÊ ENCAM E   Li gel ku doz li Koç hat vekirin jî ji lêpirsîna ku ji ber tundiya lê kiribûn li polisan hatibû vekirin hê jî tu encam derneketiye.    MA / Adnan Bîlen