Girtî: Heta binpêkirina mafan bi dawî bibe wê greva birçîbûnê bidome 2020-07-24 10:32:32   MÊRSÎN – Parêzerên OHD’yî çûn serdana girtiyên li Girtîgeha Aksarayê yên 8 roj in di greva birçîbûnê de ne. Parêzer diyar kir ku girtiyan ji wan re ragihandiye heta zext bidomin wê greva birçîbûnê bidomînin.    Bişar Bîlen, Mehmet Fatîh Bîngol û Umît Temûr ên li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê li dijî binpêkirina mafan û zextên li ser girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Greva birçîbûnê di roja 8’emîn de didome. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) di 22’ê tîrmehê de çûn serdana girtiyan.    ‘BIJÎŞK RAPOR NEDA WAN’    Ji parêzerên OHD’ê Alî Bozan da zanîn ku malbatên girtiyan serî li komeleya wan dane û ew jî li ser vê yekê çûne hevdîtinê. Bozan diyar kir ku 3 girtiyên di grevê de ne jî di nav de 11 girtiyên ji roja sewqî vê girtîgehê hatine kirin ji sibatê ve mafên wan tên binpêkirin û zext li wan tê kirin. Bozan anî ziman k udi 24 û 28’ê sibatê de ji ber girtî li dijî jimartina ser pêya derketine gardiyan û leşkeran li wan daye û got: “Şopên lêdanê di laşê wan de maye. Piştî vê lêdanê girtiyan xwestine biçin cem bijîşk lê heta demek wan nebirine. Pişt re birine cem bijîşk. Bijîşk jî rapora lêdanê ango îşkenceyê nedaye wan.”    HETA ZEXT BI DAWÎ BIBIN…    Bozan destnîşan kir ku girtiyan têkildarî vê îşkenceya li wan hatiye kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Aksarayê dane, piştî vê serlêdanê roja 4’ê adarê leşker û gardiyanan dîsa bi ser qawîşan de girtiye û li wan dane û got: “Wan birine hucreyên yek kesî. Bi sepana hucreya yek kesî re rûbirû mane. Girtî bi giştî sê meh û nîv di odeya yek kesî de hatine hiştin. Rojê carek wan birine cihê bêhnvedanê. Girtiyên cezayê heta hetayê li wan nehatibe birîn ne mimkin e di odeyên yek kesî de werin ragirtin.”    Bozan diyar kir ku 3 girtiyan di 17’ê tîrmehê de ji ber jimartina ji pêya û zextên li ser wan zêde bûne dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine û got: “Wextê me bi wan re hevdîtinê pêk anî greva birçîbûnê didomandin. Girtiyan ji me re diyar kirin ku heta jimartina li ser pêya û zextên li ser wan bi dawî nebin wê greva xwe ya birçîbûnê bidomînin.”    'ŞALWAR Û PÊLAVÊN WAN DIKIN DILÊN RÊXISTINÊ’    Bozan anî ziman ku wan derbarê binpêkirina mafên girtiyan de gelek car serî li Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarê ya Aksarayê û Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê dane û daxwzname dane wan lê ev daxwaznameyên wan hatine piştguhkirin. Bozan got zextên li ser girtiyan di hiqûqê de nayê ravekirin û ji roja pandemiyê dest pê kiriye rojname nedane wan û cilên girtiyan ên di embarê de nadin wan û pêlav û şalwarên wan wek “cilên rêxistinê” tên dîtin û nadin wan.    DÊ GILÎ BIKIN    Bozan da zanîn ku komeleya wan vê rewşê kiriye rapor û dê derbarê mijarê de li cihên eleqedar gilî bikin û di heman demê de girtî banga hestiyariyê li raya giştî dikin.