Ji ber tercûman tune bû Altinmakas nekarîbû derdê xwe bêje 2020-07-24 10:45:19   MUŞ- Derket holê ku Fatma Altınmakas a ku tiyê wê tecawizî wê kir û piştre hevjînê wê ew kuşt, ji ber li qereqolê tercûmanê ji Kurdî wergerî Tirkî bike nikaribû derdê xwe û tundiya lê hatiye kirin bîne ziman.    Derket holê ku Fatma Altinmakas a tiyê wê tecawizî wê kir û piştre hevjînê wê ew kuşt, dema serî li qereqolê daye, ji ber tercûman tune ji kurdî wergerî tirkî bike nekariye derdê xwe û tundiya lê hatiye kirin bîne ziman. Li gundê Qêranlî yê girêdayî navçeya Melazgirê ya Mûşê di 14’ê tîrmehê de dayika 6 zarokan Fatma Altinmakas ji aliyê hevjînê xwe Kazim Altinmakas ve hatibû kuştin. Ewil tiyê Fatma ango Birayê Kazim Altinmakas  S.A. tecawizî Fatmayê kiribû. Piştre Kazim hevjîna xwe Fatma kuşt.    Altinmakas, di 13'ê Tîrmehê de çû Qereqola Cendirmeyan giliyê S.A. yê tecawizî wê kiribû kir. Derket holê ku ji ber ku Fatma Altinmakas bi tirkî nizanibû û li Qereqolê kesên ji Kurdî tercûmeyî tirkî bike tune bû, nekaribû derdê xwe û serpêhatiyên xwe bîne ziman. Hat hînbûn ku piştî Fatma hat kuştin wekî "Xwendin û nivîs heye" derbasî girtekan kir. Lê hat fêrbûn ku xwendin û nivîsandina Altinmakasê tune ye. Ji ber ku xwendin û nivîsandina wê tune û bi tirkî nizane, her wiha ji ber ku li qereqolê kesên tercume bike tune nekaribûye derdê xwe bîne ziman.    ŞOPÊ LÊDANÊ HATIN DÎTIN    Altinmakas, piştî çû qereqola cendirmeyan û gilî kir, vê carê çû Saziya Tipa Edlî û muayine bû. Piştî muayineyê  rapora derbê stend. Di rapora ku Midûrê Şaxa Tipê dayê de wiha hat gotin: “Di laşê wê de girêdayî mijara lêpirsînê li gelek cihan cemr reş û şîn bûye. Di çîpa wê ya rastê de 2 santîm û di çîpa çepê de çerm reş û şîn bûye."    Birayê Fatma Altinmakas Mir Bedirhan Ayaz, diyar kir ku xwişka wî bi qasî derd û kulê xwe bîne ziman bi Tirkî nizanibû. Dîsa ji ber li qereqolê tercûmanê bi kurdî zanibe tune bû. Di îfadeya xwe de gotibû nizane peyamê bişîne. Peyamê bi destê hin kesên din dinivîse. Ji ber li qereqolê tercuman tune bû, bû sedem ku xwişka min bê kuştin. Fatma nizane 'darp'  û 'cebr' çiye. Ji xwe di rapora Saziya Tipa Edlî ya Mûşê de jî derket holê ku lêdan xwariye û derb kirine.!"   MA / Dindar Karataş