Beriya nimêja li Ayasofyayê jiyana xelkê tevizandin 2020-07-24 12:51:15   STENBOL – Beriya nimêja înê ya dê li Ayasofyaya ku veguhertin mizgeftê tevdîr hatin girtin lê bes li wê herêmê jiyanê tevizand.    Îqtîdarê Muzeya Ayasofya veguhert mizgeftê. Îro li Ayasofyayê nimêja înê tê kirin. Beriya nimêjê li wê herêma Ayasofyayê di bin navê tevdîran de rê hatin girtin. Rê girtina li çûnehatê jiyana welatiyan tevizand. Rêyên wê herêmê ku diçin Ayasofyayê hemû hatine girtin û kesên diçin û tên jî polîs li ser wan lêgerînê dikin. Seferên travmay û hin ferîbotan hatin betalkirin. Welatiyên dixwazin biçin malê xwe û kargehên xwe arasteyî rêyên cuda tên kirin.    Li gelek deverên vê herêmê polîs û maşîneyên wan hatine bicihkirin û li esmanê herêmê jî helîkoptêr digere.    TEVDÎRÊN KORONAYÊ HATIN BINPÊKIRIN    Dema wan kesên diçûn Ayasofyayê li tevdîrên li dijî koronayê haydar nebûn û dîmenên heyîrî derketin holê. Ew kes bi meş çûn ber bi Ayasofyayê ve û guh nedan bariyerên polîsan û bi gotinên “tekbîr” çûn ber mizgeftê. Ev dîmenên wan kesên diçûn Ayasofyayê li ser medya civakî rastî nerazîbûnên tên.