HDP li Îzmîrê bi oldaran re civiya 2020-07-24 13:58:41   ÎZMÎR – Parlamentera HDP’ê Huda Kaya bi oldaran re li hev civiya û got divê ew li dijî nebaşiyê hêza başiyê birêxistin bikin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê dê di 27’ê tîrmehê de li Meydana Gundogdûyê “Hevdîtînên Demokrasiyê” li dar bixe. Bi vê sedemê HDP’ê bi oldaran re civîna bi taştê li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya û rêveberên HDP’ê û oldar beşdar bûn.    Rêveberê navenda HDP’ê Mahfûz Guleryuz têkildarî “Hevdîtinên Demorkasiyê” bi kurtahî agahî da.    Pişt re Parlamenter Huda Kaya axivî û bal kişand ser îstîsmarkirina olê û got divê ew li dijî xerabî û neqendiyê hêz başiyê û selametiyê birêxistin bikin. Kaya got heke ew xwe birêxistin bikin dê qesr bi hilmekê were hilweşandin.    Bi du axaftina Kaya re oldaran mafê axaftinê wergirt û nêrînên xwe anîn ziman.