Serokê Diyanetê Erbaş bi şûr Nimêja xutbê kir 2020-07-24 15:10:47   STENBOL - Hikûmeta AKP'ê 86 sal piştî Muzeya Ayasofya kirin mizgeft, Nimêja Înê (Xutbe) lê kirin. Serokê Karên Diyanetê Ali Erbaş, bi şûrê “fetihê” nimêj kir.    Bi biryara Şêwira Dewletê di 10'ê Tîrmehê de Muzeya Ayasofya kirin mizgeft. Ayasofya ku ji muzeyê kirin mizgeft. Îro di 24'ê Tîrmehê 97'emîn salvegera Lozanêde de Ayasofya ji nimêjê re bê vekirin û Nimêja Înê lê kirin. Serokê Karê Dîyatenê Alî Erbaş ji bo Ayasofya, ji siyasetmedar, parlamenter, burokrat, dewletên biyanî û oldaran re nêzî 500 kesan re dawetiye şandibû.  Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan û hin nûnerên partiyên siyasî tev li nimêjê bûn. Serokê Karên Diyanetê Ali Erbaş, ku xutbe xwend, bi şûrê “fetihê” nimêj kir.