Hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 580 kesî 2020-07-24 20:29:56 NAVENDA NÛÇEYAN - wezîrê Tenduristiyê ragihand ku îro 17 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane û 928 kes jî bi koronayê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 580 kesî.  Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daneyên îro yên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) bi raya giştî re parve kir. Koca diyar kir ku îro 17 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane û 937 pêketiyên koronayê jî hatine tespîtkirin. Bi daneyên îro re bi giştî 5 hezar û 580 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara pêketiyên koronayê jî derket 224 hezar û 252 kesî.