Gundî li dijî DEDAŞ’ê rê girtin 2020-07-25 08:31:14   MÊRDÎN - Welatiyên Gundê Deywanê yê Navçeya Kerboranê li dijî yekîneyen ceyranê yê DEDAŞ'ê ku ceyranê qut dikin rêya Midyat û Êlihê li trafîkê girtin.    Demek dirêj e DEDAŞ li navçeya Qoser, Dêrik, Nisêbîn, Artuklu, Rişmilê ceyranê ji ser welatiyan qut dike. Herî dawî DEDAŞ'ê ceyran ji ser gundê Deywanê yê Navçeya Kerboranê qut kir. Welatiyên Gundê Deywanê li dijî yekîneyên ceyranê yên DEDAŞ'ê rê li trafîkê birîn. Welatiyan şevê din heta derengê şevê rêya Navbera Mîdyad û Êlihê li trafîkê qut kirin. Piştî niqaşa di navbera cendirme û welatiyan a demek dirêj, welatiyan çalakî bi dawî kir û rê li trafîkê vekirin.    Yekîneyên DEDAŞ'ê jî piştî çalakiyê ji gund derketin.