‘Dixwazin bi tecrîdê civakê teslîm bigirin’ 2020-07-25 09:06:05   AMED - Endamê Komeleya 78’an Mumtaz Çerçel, derbarê tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan de, diyar kir ku desthilatdarî dixwaze bi tecrîdê civakê teslîm bigire û got: “Ger bertekeke civakî pêk were wê tecrîd jî, bi dawî bibe.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtiye, piştî 21 salan bi malbata xwe re bi telefonê axivîbû. Girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di sala 2015’an de weke sekreterya şandin girtîgehê jî, yekemîn car di 27’ê Nîsanê de bi malbatên xwe re bi telefonê axivîn. Parêzerên Ocalan ji 7'ê tabaxa 2019'an ve ji bo hevdîtinê serlêdan dikin, lê serlêdanên parêzeran ne bi erênî û ne jî bi neyînî nayên bersivandin. Di encamê de, hîna jî tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê didome. Piştî bi hinceta pêvajoya pandemiyê ev tecrîd û binpêkirinên malan li hemû girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye. Endamê Komeleya 78’an Mumtaz Çerçel, derbarê tecrîda ser Girtîgeha Îmraliyê û binpê kirinên mafan ên di girtîgehên de axivî.    ‘TECRÎD NAYÊ QEBÛL KIRIN’     Çerçel, diyar kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha got: “Bi parêzer, malbat û civakê re têkilî qût kirin sûcê herî mezin e. Ev li gorî peymanên navnetewî jî wisa ye. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên bi wî re dimînin nayê qebûl kirin. Çima? Ji ber ku niha bi milyonan mirov dibêjin Birêz Ocalan serok û rêberê me ye. Ev tecrîd ne tenê li ser kesekê, di heman demê de li ser civakê û gelekê tê meşandin. Ji ber vê divê demildest were rakirin.”   ‘TECRÎDEKE WIHA GIRANKIRÎ ME NEDÎT’   Çerçel, da zanîn ku li tevahiya girtîgehan demek dirêje pirsgirêk hene û wiha bilêv kir: “Bi taybetî li ser girtiyen siyasî zext hene. Pergala tecrîdê ya ku li ser girtiyan tê meşandin di heman demê de li ser civakê jî tê meşandin. Ji ber ku bi dehan xizmên girtiyan hene. Esas dixwazin bi tecrîdê civake teslîm bigirin. Ji bo ku tecrîd ji holê rabe divê hemû hêzên demokrasiyê, parastinêrên mafên mirovan, saziyên sivîl yên civakî dengê xwe bilind bikin. Divê her kes ji tecrîdê re bêje na. Tecrîd ne mirovî, îslamî, demokratîk û ne jî hiqûqî ye. Em weke nifşê 78’an, me tu carî tecrîdeke weke ya niha girankirî nedît.”   ‘BI RAKIRINA TECRÎDÊ WÊ DEMOKRASÎ BIKEVE ROJEVÊ’   Çerçel, destnîşan kir KU bi rakirina tecrîdê re dê demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bikeve rojevê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdarî ji demokratîkbûyînê aciz e. Li şûna demokratîkbûyînê zext û tecrîdkirin zêde dike. Bi rakirina tecrîdê dê Tirkiyê bêhnê bistîne û mirov wê nêzî hev bibin. Dê Tirkiye ji aliyê aboriyê û demokrasiyê ve jî dewlemend bibe.”   ‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ SERBEST WERIN BERDAN’   Çerçel, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û wiha bi dawî kir: “Li ser girtiyên siyasî di pêvajoya pandemiyê de tecrîdê berdewam kir. Gelek girtiyan di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dan. Heke tedawiya van mirovan di demê xwe de bihata kirin wê jiyana xwe ji dest ne daban. Desthilatdarî ji vê berpirsyar e. Nêzî hezar û 500’an girtiyên nexweş hene. Divê tedawiya wan were kirin. Ji ber vê yekê divê tecrîda li ser girtiyên nexweş jî demildest were rakirin û bi şertê kontrola edlî serbest werin berdan.”