Dr. Yavîç: Nexweşxane tije bûn, kesên bi vîrûsê dikevin jî dişînin malên wan 2020-07-25 09:06:51   WAN - Ji Odeya Bijîşkên Wan-Colemêrgê Dr. Huseyîn Yavîç, diyar kir ku piştî pêvajoya “asayîbûnê” li bajarên herêmê hejmara pêketiyan pir zêde bû û got: “Nexweşxane tije bûn û kesên bi şewba vîrûsê ketin jî, wan paşve dişînin malên wan.”    Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Bijîşkên Wan-Colemêrgê Dr. Huseyîn Yavîç, anî ziman ku piştî pêvajoya “asayîbûnê” li bajarên herêmê, hejmara kesên bi şewba vîrûsa koronayê  (Kovîd-19) ketin pir zêde bû. Yavîç, diyar kir ku rewş pir cidiye û ji ber ku bergiriyên pêwîst nayin girtin, her ku diçe hejmar zêdetir dibe.    MÎNAKA ELBAKÊ   Yavîç, da zanîn ku danayên Wezareta Tenduristiyê “ne di nava hev dene” û wiha got: “Çawan ku pêvajoya ‘asayîbûnê’ dest pê kir, mirov jî veguherîn awayê jiyana xwe ya berê. Rêwîtiya di navbera bajaran de dest pê kir, AVM hatin vekirin, dawet hatin lidarxistin û mirovan weke berê dest bi jiyana xwe kirin. Di vê pêvajoyê de bi awayekê cîdî bergirî ji holê hatin rakirin. Dîsa pir hindik test tên kirin. Ev jî pirsgirêkên cîdî bi xwe re tîne. Heya ku testa kesekê pozîtîf derdikeve, nû testên kesên li gel wan tên girtin. Di heman de kontrolkirin jî mîna berê nayê krin. Em bi rewşeke zor a nayê kontrokirin re rû bi rû ne. Niha li Wanê nexweşxaneyên pandemiyê ji meha Hezîranê ve tije bûne. Nexweşxane tije bûn û kesên bi şewba vîrûsê ketin jî, wan paşve dişînin malên wan. Di vî warî de tespîtên me hene.”   'KONTROLKIRIN TUNEYE’   Yavîç, dest nîşan kir ku divê pêngavên aboriyê bên avêtin û wih adawî li axaftina xwe anî: “Kontrolkirin pir zêde tuneye. Divê welatî baldarê mesafeya xwe ya civakî bin. Pêwîste ku teqez rûpoşûn bidin ber rûyên xwe. Ji bo ku mirov di malên xwe de bimînin, lazime ku desthilatdarî şert û mercên aboriya welatiyan baş bikin. Ji bo ku pêlên duyemîn û sêyemîn neyin jiyîn, divê civak bi awayekê cidî bê hişyar kirin. Ji bo ku em vê rewşê bi hevre derbas bikin, em dikarin hevdû hişyar bikin.”