Li Cûdî piştî topbaranê şewat derket 2020-07-25 10:03:29   ŞIRNEX – Li bejahiya gundê Xinisê yê çiyayê Cûdî, piştî topbaranê şewata daristanê derket   Li navçeya Silopya ya Şirnexê, ji navenda navçeyê li dijî çiyayê Cûdî topbaran pêk hat. Piştî vê topbaranê li bejahiya gundê Xinisê şewata daristanê derket. Şewata ku saet di 01.00’ê de şevê dest pê kir, ji navenda navçeyê jî tê dîtin. Hat hînbûn ku şewat hê jî didome û ji aliyê saziyên eleqedar ve mudaxaleyî şewatê nayê kirin.