Li Girtîgeha Panosê di avê de kurm dertên 2020-07-25 12:53:58   AGIRÎ – Li Girtîgeha Panosê ku her roj binpêkirinên mafan lê pêk tên, di ava mislixan de kurm derketin.   Asîme Sever a 80 salî ku piştî 8 mehan çû serdana kurê xwe yê li Girtîgeha Panosê Haydar Sever ê 26 girtî ye, diyar kir ku piştî vîrusa koronayê binpêkirinên mafan li girtîgehê zêde bûne û wiha got: “Xwarina ku didin girtiyan nayê xwarin. Ava vexwarinê nadin girtiyan, ava ku ji mislixan tê jî ne paqij e û û têde kurm dertên.”   ‘GIRTÎ BIRÇÎ DIMÎNIN’   Sever, da zanîn ku li odeyeke ku bîne dermanên paqijiyê jê hatiye bi kurê xwe re bi awayekî girtî hevdîtin pêk aniye û ev tişt anî ziman: “Êdî girtîyan dernaxin hawagirtinê. Ava ku didin girtiyan  şolî ye û bîn jê tê. Dîsa ji ber ku di avê de kurm dertên girtî ditirsin ku pê serê xwe jî bişon. Min kurê xwe di rewşeke ne baş de dît. Weke dayikekî daxwaz dikin ku mirov li dijî van binpêkirinên li girtîgehan den derbixin. Êdî piyê min nagirin, min jiyana xwe li ber derê girtîgehan derbas kir. Hevjînê min jî bi besreta kurê min mir, dixwazim ku êdî kurê min bê berdan.”