Aqubeta Gulunay ê 28 salin winda ye pirsîn 2020-07-25 14:59:10 ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqûbeta Hasan Gununay ê di sala 1992'an de li Stenbolê hat windakirin û hêj aqubeta wî nayê zanîn pirsîn. Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan, bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" kom bûn. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li pêş Sumerbankê ya Konakê li hev kom bûn. Xizmên windayan di çalakiyêde pankarta ku wêneyên kesên winda li ser heye vekirin. Rêvebera ÎHD'ê Cemile Karakaya daxuyanî xwend. Karakaya, çalakiya Dayiken Şemiyê ya hefteya 800'emîn silav kir û got: “25 sal berê me got ‘We sax girt em sax dixwazin'. Lê bersîva vê yekê; wekî Hasan Ocak, Ridvan Karakoç, Ferhat Tepe, Ayşenur Şimşek ên îşkence li bedenên wan hatiye kirin û gorên bê nav dan. Dîsa wekî Kenan Bilgin, Cemîl Kirbayır, Savaş Buldan û sedan windayên din bûn raz. Heta niha me tu şop nedîtiye."    GULUNAY 28 SALIN WINDA YE   Karakaya, anî ziman ku Hasan Gulunay zewicî bû û bavê 4 zarokan bû û wiha got: "Hasan Gulunay 28 salin winda ye. Gulunay di 20'ê Tîrmeha 1992'an de dema li Tarabya ya Stenbolê ji malê diçû kar hat windakirin. Piştî çû carek din agahî jê nehat girtin. Hevjîna Hasan Birsen Gulunay piştî Hasan nehat malê bi şika hatiye binçavkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya DGM'ê ya Stenbolê da. Lê dozger angaşt ku Hasan nehatiye binçavkirin. Malbatê piştre bi Cîgirê Midûrê Polîsan ê Stenbolê Huseyin Kocadag re hevditin kirin. Huseyin Kocadag got: ‘Hasan Gulunay sax e di hundir de ye. Piştî şopa birînê wî baş bûn dê aşkere bikin." Malbatê li ser vê yekê ev yek bi civîna çapemeniyê parve kir. Lê hemû serlêdanên malbatê bê encam ma. Malbatê ji bo Hasan Gulunay bê berdan, serî li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dan. Malbatê serî li Meclîsa Tirkiye da. Bi wezirê Karên Hundir îsmet Sezgin re hevdîtin kirin    Hevalê Hasan Erol Çam, dema li Gayrettepe ya Stenbolê di bin çavan de bû dengê Hasan ê "Ez Hasan Gulunay, dê min winda bikin.' bihîstibû. Hevjina Hasan Birsen Gulunay, li ser van agahiyan serî li hemû rayedaran û hemû deriyan dan. Lê 28 salin tu agahiyê nastînin. "    Karakaya, anî ziman ku malbatê di sala 2013'an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da, lê Dadgehê di 21'ê Nîsana 2016'an de bi hinceta agahî tune dosya girtin.    DOSYA GULUNAY JI 2016’AN HETA NIHA LI DMME YÊ    Karaktaya, da zanîn ku dosya ji aliyê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ve tê şopandin û wiha bi dawî kir: "ÎHD'ê di sala 2016'an de dosya Gulunay şandin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME). Di dosyayên li dijî sûcê mirovahiyê de dem derbas nabe. Dehsal jî derbas bibe berpirsiyariya Cîgirê Midûrê Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê Ali Osman Akar, Midûrê Şaxa Tem'ê ya Stenbolê Reşat Altay, Cîgirê Midûrê Polîsan ê Stenbolê Huseyin Kocadag, Midûrê Polîsan ê Stenbolê Necdet Menzir, Waliyê Stenbolê Hayri Kozakçioglu, Midûrê Giştî yê Polîsan Yilmaz Ergun, Musteşarê MİT'ê Teoman Koman, Orgeneral Nezihi Çakar, Lijneya Ewlehiya Mîllî, Wezîrê Karên Hundir Îsmet Sezgin, Serokwezîr Suleyman Demirel, Serokomar Turgut Ozal… dê tu cari neyê ji bîr kirin."