3 mirovên Şemiyê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2020-07-25 19:51:06   STENBOL - Masîde Ocak, Hasan Karakoç û Yaşar Aktaş ên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan. Dayikên Şemiyê, di hefteya 800’emîn de îro xwestin ku ji bo çalakiya xwe ya ku ji bo hînkirina aqûbeta zarokên xwe û cezakirina faîlên wan li dar dixin, li Qada Galatasarayê daxuyanî bidin. Lê polisan mîna hefteyên borî dîsa çalakiyê asteng kirin. Dayikên Şemeiyê bi armanca winda bên dîtin û faîl bên cezakirin, xwestin çalakiya xwe ya di heftiya 800’emîn de li Qada Galatasarayê li dar bixin, lê polîsan mudaxileyê wan kiribû. Polîsan di mudaxileyê de, xwişka  Hasan Ocak ê winda Masîde Ocak, birayê Ridvan Karakoç ê dibin çavan de hatibû windakirin û dûre cenazeyê wî hatibû dîtin Hasan Karakoç û Yaşar Aktaş binçav kirin. 3 kesên ku li Midûriyeta Polîsan a Karakoyê îfade dan, li ser biryara dozger hatin berdan. Dayikên Şemiyê li ser parvekirina hesabê xwe yê medya civakî, ragihand ku 3 hevalên wan hatine berdan.