Li cihê xwest lê xwarinê bixwe rastî tundiya polîsan hat 2020-07-25 22:01:52   STENBOL – Li Çerkezkoyê, welatiyê bi navê Nîhat Îzsîz ê li cihê ku xwest bi hevalên xwe re xwarinê lê bixwe rastî tundiya polîsan hat. Îzsîz ê rapora îşkenceyê girt, derbarê polîsan de gilî kir. Li Çerkezkoya Stenbolê, welatiyê bi navê Nîhat Îzsîz, piştî ji fabrîqeya lê dixebitî derdikeve, diçe cihekê ku lê xwarin bixwe. Polîsan tên vê derê wî derp dikin.  Îzsîz ê rapora îşkenceyê digire, derbarê polîsan de gilî dike. 'MIN KIR QÊRÎN Û HEWAR’ Îzsîz ê ajansa me xwe gihandiyê, têkildarî bûyerê wiha axivî: “Ez û hevalekê xwe piştî ji kar derketin, me xwest matoram min a xirab bûyî bibin tamîrê. Lê ji ber ku em birçîbûn, ewil me xwest em xwarin bixin. Em çûn cihekê xwarin bixwin. Dema ku em xwarin dixwar polîsên trafîkê hatin gel me û ji min re gotin ‘matora te pir deng derdixe. Min jî ji wan re got, ‘ji xwe ezê bibim tamîrê.’ Lê ligel vê jî heqaret li me kirin. Dûre polîsan kincên sivîl li wan bûn hatin gel me. 4-5 ji wan gaza îsotê berdan me û êrîşî me kirin. Ez bi erdê re dirêj kirim û destên min paşve kelepçe kirin. Ji ber ku min nexweş min bi erdê re  dirêj bikin, bi zorê ez avêtim erde û li erdê li min xistin. Pehîn li çavên  min xistin. Dema pehîn li min xistin min kir qêrîn û hewar û min got, ‘min xelas bikin.’ Xwediyên dikandaran ketin navberê. Dûre ez birim qereqolê. Li qereqolê jî ez derp kirim. Dema dixwazin hevalê min binçav bikin, bi pontaxa çekê li serê wî dixin. 6 lêkî li serê wî xistin.”