Kesên alîkariya pandemî girtin kirin endamê AKP’ê 2020-07-26 09:05:31   WAN - Derket holê ku piraniya welatiyên, di pêvajoya pandemiyê de hezar TL di çarçoveya Paketa Alîkariya Civakî de girtin, bêyî agahî û daxwaza wan, kirine endamê AKP’ê.     Rêxistina AKP’ê ya Wanê, li taxan mal bi mal geriyan û bi îdîaya wê “alîkariyê bikin” agahiyên nasnameya welatiyan girtin û beyî agahî bidin kirin endamên partiya xwe. Derket holê ku piraniya welatiyên, di pêvajoya pandemiyê de hezar TL Paketa Alîkariya Civakî girtin, ji derveyî agahî û daxwaza wan, kirin endamê AKP’ê. Bal kêşe ku Serokê Bajêr Kayhan Turmenoglû, ji bo vê rewşê got, “Di nava 17 salan de, yekemîn care ku evqas endam çêkirin” û ev kir amûrê propagandeya xwe.   KEYSPERESTIYA KRÎZÊ KIRIN   Karkerê înşeatê Sînan Keleş ê li Taxa Bostanîçî ya navçeya Rêya Armûşê dijî, diyar kir ku AKP’î berî heftiyekê hatin taxa wan, mal bi mal geriyan û agahiyên nasnameyên wan kom kirin. Keleş, da zanîn ku AKP’î hatine mala wî û wiha axivî: “Îdîakirin ku wê alîkariyê bidin me. Me jî agahiyên nasnameyên xwe dan. Ji ber ku pêdiviya me bi alîkariyê hebû. Piştî 3 rojan, bi telefonê peyam ji me re hat û em wisan hinbûn ku em kirine endamê AKP’ê. Ji derveyî vîna me em kirine endam. Ger ez bixwazim bibim endam ezê herim û bi xwe serlêdan bikim. Tu mafê wan tuneye ku me bi zorê bikin endam. Em xapandin. Sextedarî kirin. Bi vê rêbazê gelek kes kirin endamê AKP’ê. AKP keysperestiya krîzê dike. Mirov bêkarin, mexdûrin û xizantî heye. Ger mirovan zanibûya dê wisan bikin, agahiyên nasnameyên xwe ne didan wan û ev encam jî dernediket holê.”    ‘EZ TU CARÎ NABIM ENDAMÊ AKP’Ê’   Mûhteber Bora ya li Taxa Alîpaşa ya navçeya Rêya Armûşê dijî jî, anî ziman ku duh ji wê re peyam li ser telefonê hatiye û wiha hînbûye ku ew kirine endamê AKP’ê. Bora, da zanîn ku wê li ser vê yekê li E-dewleta xwe mêzekiriye û dîtiye ku bûye endamê AKP’ê. Bora bertek nîşanî vê rewşê da û wiha hirsa xwe anî ziman: “Ji ber vê rewşê ez pir aciz bûm. Ligel ku kesek nehatiya mala min û min agahiya nasnameya xwe nedaye jî, dîsa ez kirime endamê AKP’ê. Ez tu carî nafikirim ku bibim endamê AKP’ê. Ji ber vê sedemê ez niha xwe pir nebaş hîs dikim. Ji ber ku AKP li Wanê nikare endaman bibîne, li ser pergalê bi awayekê otomatik mirovan dikin endam. Nabe ku ez bibim endamê partiya desthilatdariya ku li ser dijminatiya kurdan her tiştî dike. Ez alîkariya wan jî naxwazim. Ji ber vê rewşê ezê derbarê wan de gilî bikim.”    PIŞTÎ ALÎKARIYA CIVAKÎ, KIRIN ENDAM   Nîyazî Kayhan jî, dest nîşan kir ku piştî peyama ji hevjîna wî Songul Kayhan re hat, ew hîn bûn ku kirine endamê AKP’ê û wiha got: “Heya roja îro ne ez û ne jî hevjîna min, em bi tu awayî neçûne rêxistinê AKP’ê. Min fêm nekir ku em çawan kirine endam. Ev sûce. Di pêvajoya vîrusa koronayê de hatin pere li mirovan belav kirin. Wê demê agahiyên nasnameyên me girtin. Dûre em kirin endam. Em vê qebûl nakin. Ez gilî bikim.”    SEROKÊ BAJÊR Ê AKP’Ê ÎTÎRAF KIR   Serokê Bajêr ê AKP’ê Kayhan Turkmengolû, piştî demek kurt a vê nelirêtiya hat jiyîn, di daxuyaniya da bû de wiha gotibû: “Teşkîla me ya AK Partî ya Wanê, di nava 17 salan de, yekemîn care ku evqas endam çêkirin. Ev endam me ji 1’ê Tîrmehê heya roja îro çêkirin. Tevlîbûna xurt û yekgirtinek dildar heye.”