14 rêveberên qeyûm ji ber nelirêtiyê ji peywirê hatin girtin 2020-07-26 09:08:16     MÊRDÎN - Ji ekîba qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman 4 kesên din ji peywirê hatin girtin. 14 kesên heya niha ji peywirê hatin girtin, tevlî bi mîlyonan TL nelirêtiyên îhale, bertil û îmarê bûne.    Wezareta Karê Hûndir, Waliyê berê Mûstafa Yaman di 19’ê Tebaxa 2019’an de, weke qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê kiribû. Yaman bi Biryarnameya Serokkomariyê ya di 10’ê hezîranê de hat weşandin, vekişand navendê.    Mahmût Demîrtaş ê li şûna Yaman weke Walî tayînê bajêr hat kirin, di heman demê de ji bo qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin jî, hat peywirdarkirin. Piştî Demîrtaş weke qeyûm hat tayînkirin, di çarçoveya lêkoşîna mufetîşan a di şaredariyê dewam dikir de, gelek rêveberên asta jor bi hincetên beşdarî weke karên bertil, bêrêtî, nelirêtî, meylgirtinê, fesadî xistina îhalê û weke van bûne, ji peywirê hatin girtin.    Heya roja îro, Sekterê Giştî yê Şaredariyê Abdullah Yenîgun û Serokê Lijneya Rêveber a AŞ. Ya Bajêr Zeynî Teker jî di nav de 10 kes ji peywirê hatin girtin. Bi kesên herî dawî ji peywirê hatin girtin ev hejmar derket 14’an.      MA / Ahmet Kanbal