Rojnameger Denîz: Tirkiye bi çekên kîmyewî û qedexe li Heftanînê şer dike 2020-07-26 09:09:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Rojbîn Denîz, der barê şerê li Heftanînê diqewimin de, diyar kir ku Tirkiye bi hemû hêza xwe êrîş dike û got: "Şerê niha li Heftanînê tê kirin, ne li gorî qanûnên şer û sincê ye. Bi çekên qedexe û kîmyewî şer dikin. Şerê li herêmê zerarek mezin dide gund, gundî û der dorê."    Hêzên Çekdarên Tirk (TSK), operasyona leşkerî ya di 17’ê hezîranê de li dijî Herêma Kurdistanê ya Federe dabû dest pê kirin, li herêma Heftenînê ya girêdayî Duhokê dewam dike. Di çarçoveyê vê operasyonê de, li hin herêmên hatibûn hedefgirtin 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Herêma ku bi obûs û hawanan tê bombebaran kirin, pêşiya zirareke mezin vedike. Têkîldarî operasyon û şerê ku li herêmê dewam dike Rojnameger Rojbîn Denîz a ku herêmê ji nêz ve dişopîne axivî. Denîz, diyar kir ku Tirkiyeyê li herêmê dest bi şerekê ne qanûnî kiriye û di sedsala 21'emîn de şerê herî dijwar îro li Heftanînê diqewime.     'TIŞTÊN KU OSMANIYAN NÎVCO HIŞTIN ERDOGAN DIK'   Rojnameger Denîz, anî ziman ku Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan bi şewazê Osmaniyan dixwaze herêmê dagir bike û wiha axivî: "Cenga Heftanînê mehek zêdetire dewam dike. Tirkiyeyê li dijî Qempa Penaberan a Mexmûr, Şengalê û herêmên parastina medya êrîşeke bi tund pêk anî. Piştî wê jî wekî amadekarî li ser Heftanînê êrîşek pêk hat. Armanca Tirkiyeyê ew e ku segoşeya Kurdistanê ji ber ku Heftanîn niha dikeve wê sêgoşê dagir bike. Ev sêgoşeyek stratejîke. Berê jî êrîşên li ser Heftanînê hebûn, lê bi vî awayî asteke bi tund nebû. Gelo çima Tirkiyeyê dest bi êrîşek wiha kir? Wekî ku tê zanîn AKP-MHP’ê li ser blokek faşîzan hat gelhevdû. Xeyalên Erdogan ew bû ku sînorên Mîsakî Mîllî bigire. Destpêkê qesrek ava kir û pişt re jî, siyaseta Osmaniya nû ava kir. Hemû rengên serdemên Osmaniyê tê de bi cih kir. Dema ew çêkir ew ji hemû Rojhilata Navîn re peyamek bû. Tiştê ku Osmaniyan nîvco hiştibûn û ew sînorên beriya Osmaniyan dagir kirî bû, Erdogan di roja me ya îro de bi vî awayî dîsa dixwaze xwe bigihîje van sînoran. Dema dibêje em nêzîkî sînorên Mîsakî Mîllî bûn vê pênase dike. Niha tiştê ku herî zêde pêşiya Erdogan astengiyê dide çêkirin, ew hêzên ku azadîxwaz, ew hêzên ku îro hebûna kurdan diparêzine. Ji ber wê jî Tirkiye îro bi teknîkeke gelek mezin û pêşkeftî li dijî kurdan şer dike. Îro ji Heftanînê heta hemû qadên parastina medya vê teknîkê bê ku bikeve gumanekî bikartîne. Ne tenê li dijî gerîlla, li dijî gel jî vê teknîkê bikar tîne. Li Heftanînê tişta ku îro diqewime, dagirkeriyeke di asta herî jor de ye. Artêşa ku bi dagirkeriyê dixwaze her derê bigire, hemû teknîka xwe li hemberî gerîlla û gel bikar tîne."   'PDK JI BO PARASTINA DESTHILATDARIYA XWE, BI TIRKIYEYÊ RE HEVKARÎ DIKE'   Denîz, bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê û wiha got: “PDK bi Tirkiyeyê re hevkarî kir û ji wan re got, 'Ezê heta dawiyê gel we bim. Wwerin em bi hevre virê derê dagir bikin. Ew hesabên ku tu dixwazî xwe bigihîniyê were xwe bigihîne wan sînoran, lê ez jî xwe nav de bi cih bikim.' Niha li Başûr  aloziyeke gelek mezin heye. PDK dixwaze di desthilatdariyê de bimîne. PDK ji bo ku desthilatdariya xwe biparêze, bi Tirkiyeyê re bû hevkar. Ji ber van sedama îro 20 gund hatine valakirin. PDK ji bo Tirkiyeyê rê vedike. Siyaseta ku niha PDK li herêmê bi giştî dide meşandin, prototîpê AKP û MHP'ê ye. Siyaseta ku li Tirkiyeyê tê meşandin, KDP heman siyasetê li Başûr dide meşandin. Bi van şewazan dixwazin tirsekî bidin ava kirin. Evqas bombebarankirina gundan ji bo belavkirina tirsê ye. Armanca afirandina tirsê, avakirina hevkariya bi Tirkiyeyê re ye. Hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re herî zêde bi awayeke vekirî li Heftanînê tê dîtin. Lê li dijî vê hevkariyê berxwedana gerîla heye. Terzê nû yê gerîla di vê serdemê de ew e ku îro li Heftanînê pêk tê.  Mirov dikare du aliyan de binirxîne. Aliyekî bi dagirkeran re hevkarî çêkirine, li milek vê jî dagirkerî teknîkeke di asta herî jor de li Heftanînê bikar tîne."   'DI SERDEMA 21'EMÎN DE ŞERÊ HERÎ DIJWAR LI HEFTANÎNÊ DİQEWIME'   Denîz, da zanîn ku Tirkiye li herêmê wendayên mezin dide û wiha pê de çû: "Heftanîn şerê du xetane. Di asta herî jor de şer tê meşandin. Beriya vî şerî jî Tirkiyeyê milê deriyê dawetiya û milê Şehid Kendal hinek cih girtibûn. Niha hewl dide Xantorê bigire. Xantor li Heftanînê cihek pir stratejîke. Xantor navarasta Heftanînê ye. Gundên derdora wê jî, gundên Suryaniyan û Kurdane û cihên gelek dîrokî li vê herêmê hene. Tirkiye dikare wan çiyayan bigire. Dibe ku îro Tirkiye gelek cih girtibin. Mirov Tirkiyeyê dikare wisa pênase bike, li her deriye, lê di rastiya xwe de li tu deveran jî nîne. Li ser medyayê şerek taybet dide meşandin. Lê di rastiya wê de ne wisa ye. Derbeyeke giran dixwe. Tirkiye dixwaze li herêmê hebûnek bide çêkirin. Lê hebûna gerîla li wir bihêztire. Qasî dîroka Heftanînê gerîla jî qahîmin. Gerîla parçeyekê dîroka Heftanînê ne. Her rêyek wê, her kevirek wê û her gavek wê nas dikin. Ji ber wê jî Tirkiye çiqas bixwaze bi vê dagirkeriya xwe serbikeve jî, nikare serbikeve. Heftanîn mala gerîla ye. Li herêmê derbeyên ku niha Tirkiye dixwe pir mezin in. Cihê ku dagirkerî hebe, berxwedanek mezin jî wê pêş bikeve. Heftanîn niha mînaka vê yekê. Şer, dagirkerî û xeta berxwedanê asteke herî jor de ye. Wisa diyare ku serkeftin zêdetir ber bi milê gerîla ve diçe. Li herêmê wendayên Tirkiyeyê hêdî hêdî derdikevin û diyare ku Tirkiye jî êdî nikare van veşere. Di sedsala 21'emîn de şerê herî dijwar li Heftanînê tê meşandin. Şereke ku dawiya wê nediyare. Lê belê li herêmê rengê ku niha heyî ew e ku gerîla di şerê xwe de serkeftiye.”   'BI TEKNÎKA HERÎ PÊŞKEFTÎ ÊRÎŞ DIKE'   Denîz, anî ziman ku Tirkiye li herêmê li dijî gelê Kurd teknîka NATO'yê ya herî pêşkeftî bikar tîne û wiha bilêv kir: “Vîneke Tirkiyeyê ya ku li qadê şer bike tuneye. Ew cesareta wan jî tune ye. Hebûna Tirkiyeyê ya Başûrê Kurdistanê gelek wargeh avakirine, lê ji tirsan newêrin ji van wargehan biçin heta wargehek din. Yan jî em bibêjin gelek sazî û dezgehên MÎT'ê yên veşartî li vir hene. Lê bi tirseke mezin jiyan dikin. Çima? Cesaretek wan a li hemberî tevgera azadiyê tune ye. Êdî dizanîn ku nikarin li dijî gerîla şer bikin. Çima 40 salan serkeftî nebû? Bi dehan leşkeran hemberî gerîlla şer dan meşandin. Ne tenê li Heftanînê, gelek cihan şer dan meşandin. Lê tu caran serkeftî nebû. Ger ku 50'î leşker beramberî komeke biçûk nikare serkeftî be, wê demê ev ji bo artêşekê rûreşiyeke pir mezine. Lê Tirkiye çima vê rastiyê qebûl nake? Di şerê niha de jî, teknîk tê bikaranîn. 24 seatan ji Silemaniyê û heta Hewlerê balafirên keşfê hene. Bi vê şewazê şereke çiqas exleqî heye, yan jî şereke çiqas nav hevsengî heye? Niha li Heftanînê jî vî tiştî dikin. Teknîka ku bikar tîne ya pêşkeftî teknîka NATO'ye. Tirkiye niha vê teknîkê hemûyê beramberî Kurdan bikar tîne. Bi vê şewazê dixwaze serbikeve. Lê nikare. Lê ji bo ku bikaribe dixwaze bi destê kurdan, kurdan bikuje. Ji ber vê jî PDK hilbijart. Lê PDK jî nikare. Ji ber ku di PDK'ê de jî, ew vîn tune ye. Şengal nimûneyek gelek berbiçave û kurd tu car vê ji bîr nakin. Li Şengalê li dijî DAIŞ'ê nikarî şer bike, reviyan. Îro li Heftanînê jî, nikare şer bike."   'ÇEKÊN KU TÊN BIKARANÎN KIMYEWÎ Û QEDEXE NE'   Denîz di dewama axaftina xwe de wiha got: “Tirkiye hem çeteyên DAIŞ'ê û hemjî cerdevanan jî tevlî operasyonan dike. Hêzên ku girêdayî PDK'ê, malbatên Barzanî bi xwe re dibin şer. Gerîla dibêjin, 'Gelek kuştiyên wan hene. Dema ku em diçin mêze dikin, çeteyên DAIŞ'ê ne.’ Mehek derbas bû, lê hîna jî, encama dixwestin bi dest nexistine. Heftanîn ne di bin dagirkeriya Tirkiyeyê û hevkarê wê deye. Ji ber vê gerîla li her derê lê dixe. Dêrûniya wan têk çûye. Bi tirsa mirinê dijin. Ji ber wê jî dema ku Tirkiyeyê li Sîlopiyê nexweşxaneyên seyar ava kirin, şaştî kir. Ji ber ku miriyên wan ewqas zêde ne ku nezanîn wê çawan bikin. Şerê li Heftanînê tê meşandin, li gorî qanûnên şer ne exleqîye. Çekên tên bikaranîn kimyewî û qedexe kirine. Tirkiyeyê di kijan astê de ev çek bikar anîne em nizanîn. Lê ev li ser gundên derdorê bandor dike û pêşiya zirareke mezin vedike.”   'WÊ ŞIKANDINA VÊ BERXWEDANÊ NEBÎNIN'    Denîz, dest nîşan kir ku li herêmê li dijî hevkarî û dagirkeriyê berxwedanek hevpar heye û wiha  axaftina xwe bi dawî kir: “Li Başûrê Kurdistanê, helwesteke ya gel heye. Ji bo peşmergeyan bangawî hatin kirin. Divê em vê tiştî bibinîn, berxwedana gerîla bi gel re hêviyeke gelek mezin avakiriye. Her cihê ku em diçin, em aciziya gel dibînin û dibihîzin. Li Başûr li dijî hevkariyê hêrsek mezin heye. Ev hêrs li dijî dagirkeriyê ye. Ev hêrs li hemberî hişmendiya ku Kurdan tune dikeye. Ji ber vê jî, dîrokek nû ji bo kurdan tê nivîsandin. Berxwedana gel û gerîla bi hevre dimeşe. Ez bawer nakim ku kes li dijî vê serkeftinê derbikevin. Li herêma Heftanîn û heta herêmên Behdînanê, gelê Şeladizê acizbûnên xwe anîn ziman. Gel naxwaze cih û warên xwe winda bikin. Naxwazin axa xwe berdin. Naxwazin ku xaka xwe bidin kesên ku wan bi vê axê bifiroşin. Niha gerîla ne tenê ye. Çav, dil û rihê gel û gerîla bi hevre bûye yek. Nikarin rastiya heyî biguherîn in. Bedeneke berxweder ava bûye. Niha vê bedenê rih girtiye û teknîka heyî nikare bikuje. Tişteke wisa ye ku mirin jê nagire. Di nava vê bedenê de gerîla, gel û ji hemû beşan mirov hene. Ger dayîkek li Kanîmasiyê bibêje ku ‘Ji bo min navbera kurê min û gerîlayekî de ferq tune ye' wê demê ew bedena berxwedanê êdî gehiştiye. Li gorî min bila ji vê bedenê bitirsin. Wê şikandinê vê berxwedanê nebînin."