Nûnera KCDAP Onder: Erka siyasetmedaran ne weşandina peyamên sersaxiyê ye 2020-07-26 09:10:23   ENQERE - Nûnera KCDP’ê Melek Onder, diyar kir ku piştî Peymana Stenbolê di sala 2011’an de hat îmzerkirin, cînayetên jinan kêm bûn û wiha got: “Erka siyasetmedaran ne weşandina peyamên sersaxiyê ye. Ger li ser wan qoltixan rûdinin wê demê berpirsiyartiyeke wan heye.”   Li Tirkiyeyê, di pêvajoya ku her roja diçe de komkujiyên jinan, tundî, tacîz û tecawîzên li dijî jinan pir zêde pêş dikevin de, Peymana Stenbolê ya ku pêştiya tundiya li dijî jinê digire di hedefa desthilatdariyê de ye. Ev hedef girtin û nîqaşên rakirina peymanê rastî bertekên cîdî yên rêxistinên jinan tên.     Nûnera Platforma Emê Cînayetên Jinan Rewestînin (KCDP) Melek Onder, anî ziman li şûna ku Peymana Stenbolê bikeve nîqaşê, divê bê bicihanîn. Onder, da zanîn ku Peymana Stenbolê û qanûna parastinê ya jimara 6284’an nayin bi cih anîn û wiha axivî: “Heya ku ev peyman û qanûn neyin bi cih anîn wê qetilkirina jinan dewam bike. Di dîroka Tirkiyeyê de, tenê di sala 2011’an de pir kêm cînayetên jinan rû dan. Ji ber ku Peymana Stenbolê di sala 2011’an de hat îmzekirin û hikumetê polîtîkayên xwe yên li dijî tundiya jinê danî holê.”   ‘ZÊDEBÛNA TUNDIYÊ NE TESADUFE’   Onder, daxuyakirin ku par 474 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin û wiha bilêv kir: “Ji ber ku jin dixwazin derbarê jiyana xwe de biryar bidin, hevjînê xwe berdin û bixebitin tên kuştin. Êdî jin dixwazin bi awayekê azad û wekhev derbarê jiyana xwe biyar bidin. Dixwazin xwedî mafên wekhev bin. Lê li dijî jinan û mafên wan êrîş hene. DÎsa li dijî Peymana Stenbolê ya ku mafê jinan diparêzer êrîş hene. Ji ber vê zêdebûna tundiya li dijî jinê ne tesadufe. Çi dema ku êrîş li dijî mafên me pêk tên û hikumet ji bo vê dengê xwe neke, cînayetên jinan zêde dibin.”   ‘JINÊN MÛHAFAZAKAR JÎ BI BERTEKIN’   Onder, dest nîşan kir ku ji hemû beşên cuda jin li dijî nîqaşên peymanê bi bertekin û wiha pê de çû: “Tenê komeke biçûk a zilaman dest bi vê nîqaşê kirin. Di vîr de li dijî wekheviyê êrîşek heye. Jin wê ji bo mafê xwe, di dawiyê de mirin jî hebe dê têkoşîna xwe dewam bikin û dest ji mafên xwe bernedin. Ji ber ku ev daxwaza jinane.”   ‘ERKA SIYASETMEDARAN TENÊ NE SERSAXÎ XWESTINE’   Onder, diyar kir ku peyman wekheviya zayendî ya civakî esas digire û wiha rêz kir: “Peyman meşrûbûna tundiyê qedexe dike û li dijî hemû êrîşên zayendpereste. Her roj jinê tên kuştin. Li şunda destkeftiyên wan bên nîqaşkirin, divê bi cih anîna wan bikeve meriyetê. Di vê çarçoveyê de, erka siyasetmedaran tenê ne peyamên sersaxiyê weşandine.  Ger li ser wan qoltixan rûdinin wê demê berpirsiyartiyeke wan heye.”   ‘EMÊ DEST JI MAFÊN XWE BERNEDIN’   Onder, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev peyman, ji bo parastina jinane û peymanekê pêşketiye. Jin ji ber vê xwedî vê peymanê derdikevin. Bi êrîşkirineke hikumetê re, ne pêkane ku em dest ji mafên xwe berdin. Jin di rojekê de wisan van destkeftiyan qezenc nakin. Berdêlên pir mezin didin ku heya van maf û destkeftiyan bi qezenc dikin. Ji bo vê jin wê bertekên xwe dewam bikin.”    MA / Dîren Yurtsever