Kesê ku ket çemê Dîcleyê winda bû 2020-07-26 19:42:50   ŞIRNEX – Li navçeya Cizîrê Ramazan Yagbasan ku ket çemê Dîcleyê, bi avê re çû û winda bû. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê welatiyê bi navê Ramazan Yagbasan (65) ku ket ava çemê Dîcleyê bi avê re çû û winda bû. Ji bo dîtina Yagbasan komên lêgerînê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Xebatên ku demekî hatin kirin bê encam man û navber hat dayîn. Dê sibê careke din xebatên lêgerînê ki bo Yagbasan bên destpêkirin. Hat hînbûn ku Yagbasan beriya demekê ji Almanyayê hatiye gundê Bafê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê.