Balefirên Tirkiyeyê li Bamernê wesayîtan bombebaran kirin 2020-07-26 20:13:27   NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên Tirkiyeyê ve li başurê Kurdistanê 2 wesayîtên sivîl bombebaran kir.       Êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê yên li ser başurê Kurdistanê ku meha hezîranê de hatibûn berfirehkirin,  didomin. Di saetên berê êvarê de balafirên Tirkiyeyê, li gundê Hesenpîrkê yê bajaroka Bamernê ye başûrê Kurdistanê, 2 wesayîtên sivîl kirin hedef û bombebaran kirin. Tê gotin ku di êrîşê de 2 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.    Her wiha ji ber bombebaranê li cihê bûyerê şewat derket û devereke mezin a herêmê şewitî.