Qanih: Ji ber bombebarana TSK'ê 440 gundên Başûrê Kurdistanê vala bûne 2020-07-27 07:26:30     NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê Herêma Kurdistanê Mem Burhan Qanih, diyar kir li gorî rapora hevbeş ku ji aliyê hersê komîsyonên parlamentoyê ve li ser êrîşên Tirkiyeyê hatiye amadekirin, 440 gund li sinorê parêzgeha Hewlêr û Dihokê ji ber êrîşên TSK'ê vala bûne.   Parlamenterê Herêma Kurdistanê Mem Burhan Qanih li ser rapora hevbeş ku ji aliyê hersê komîsyonên parlamentoyê ve li ser êrîşên Tirkiyeyê hatiye amadekirin, daxuyaniyek nivîskî belav kir. Qanih di daxuyaniyê de diyar kir ku li gorî rapora ku wê sibe di civîna parlamentoyê de li ser were axaftin, li sinorê parêzgeha Hewlêr û Dihokê ji ber sevqiyata eskerên TSK'ê û bombebaranên TSK'ê 440 gund hatine vale kirin. Qanih anî ziman ku ji vana 264 gund li sinorê parêzgeha Dihokê û 176 gund jî li sinorê parêzgeha Hewlêrê ne û got: "Ji ber êrîşan bi milyonan dolar ziyan bi bax û rezên deverê ketine. Gelek welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûne."    Qanih di daxuyaniya xwe de daxwaz kir ku sibe di civîna parlamentoyê de ev mijar bi cidî li ser were rawestandin, Hikûmeta Herêmê bi fermî daxwaz ji hikûmeta Iraqê bike ku pêşî li van êrîşên Tirkiyeyê bigre û hîn zêdetir bi berpirsyarane helwest nîşan bide.