Ji amediyan şîroveya aboriyê: Moralê me sifir e 2020-07-27 09:00:36 AMED – Welatiyên Amedê, diyar kirin ku ji ber rewşa nebaş a aboriya welat her roja ku derbas dibe pirsgirêkên wan zêdetir dibin û ev tişt gotin: “Em nikarin nan bibin mala xwe. Moralê me sifir e.” Di serî de esnafên biçûk, kedkar û xîzan ji qrîza aboriyê ya her ku diçe kûrtir dibe, bi bandor dibin. Qrîza aborî ji aliyekî ve dibe sedema zêdebûna bêkaran û ji aliyekî ve jî dibe sedema xîzaniyeke kûr.  Yek ji bajarên ku herî zêde qrîz xwe lê zêde dide der Amed e. Niştecihên bajar, dibêjin ku ji ber qrîza aborî jiyana wan serobino bûye.    ‘EM NIKARIN NAN BIBIN MALA XWE’   Salih Serengul (50), diyar kir ku ji ber qrîzê welat li ber têkçûnê ye û wiha got: “Mirov mexdûr û çilmisandî ne. Em nizanin ku çibikin û bi ku ve biçin. Berê mirovan bi pereyên xwe hemû pêwîstiyên xwe dibersivandin û alîkariya heval û hogirê xwe dikirin. Lê niha mirov nikarin nan bibin mala xwe. Mrovan bi bertîlê digirin ÎŞKÛR’ê. 3 xwendekarên min ên zanîngehê, li wan û malê dinerim. Bi deyn heta kuderê here ez jî nizanim.”   ‘EM Ê HEVDÛ BIXWIN’   Mehdî Keskînkiliç (32) ku ji ber rewşa ne baş a înşaaetê dest bi sewalkariyê kiriye, da zanîn ku aboriya ne baş bandorê li ser wan dike û ev tişt got: “4 zarokên min hene û pêwîstiya min alijariyê hî heye. Em serî li aîkariyê didin lê kes tiştekî nade me. Li gundan rewşê ne baş e û mirov perîşan bûne. Heke wiha bidome, wê dawiya me bê. Em tiştên di destên xwe de jî xerc bikin em û hevdû bixwin.”   'XELK JI BIRÇÎNA DIMIRE, LÊ EW ŞERÊ LÎBYAYÊ DIKIN'   Welatiyekî ku nexwest navê xwe bide, destnîşan kir ku ji ber qrîze perîşan bûne û wiha axivî: “Em bi mûçeyê xwişka min a astengdar debara xwe dikin. Mitbexa me têje nabe. Deynan mala me xera kiriye. Welat di rewşeke kanbax de ye. Vîrûsê pişt li me şikandiye. Dewlet di vê mijarê de alîkariya xelkê nake. Di rewşek wiha de çi karê wan li Lîbyayê heye? Ka li Sûriyeyê çi karê wan heye. Bi qasî ku zanim her rabûneke balefirekê bi 25-30 hezar dolarî dibe mal. Lê li welat mirovên birçî û tî hene. Lê kes nabîne.”      ‘PÊWISTÎ Bİ GUHERTINÊ HEYE’   Recep Çelîk, bi lêv kir ku 2 sal in bê kar e û bi van gotinan rewşa xwe kir: “Em di warê aborî de gelek zehmetiyan dikişînin. Berê min li bajar karê înşaatê didît, ji ber pandemiyê êdî ev kar jî tuneye. Jiyan gelek zehmet bûye. Em dixwazin ji van zehmetiyan rizgar bibin. Em dixwazin rastî bên axaftin, pêwistiya me bi guhertinekê heye.”    ‘MORALÊ ME SIFIR E’   Yuksel Hasanoglû (40), got ku 4 sal in bê kar e û ev tişt anî ziman: “Ji 4 zarokên 3 jê dixwînin. Debara gelek zor e. Kar û derfetên me tunene. Dema kar hebe jî em pereyê xwe nagirin. Em niha di nav deynan de ritimandî ne. Çend caran min serî li ÎŞKÛR’ê da jî bi neyînî encam bû. Berê dema bi 20 TL’yî diçûm bazarê min nikarin tiştên bikiriya hilgirta, lê niha em bi 100 TL’yî nikarin 3 poşet tişt bikirin. Jixwe em goşt nakirin. Moralê me sifir e. Salekê ye kesên ku fikî nikarin bikirin hene.”    ‘EM DEREBEYÊ DIGIRIN’   Esnaf Hakan Kizilay ku ji qrîzê gelek bi gazind e jî da zanîn ku gelek rojan bêyî ku tiştekî bifiroşe dikkan xwe digirin û wiha got: “Qrîzeke wiha nabe. Bi pandemiyê re rewşa me gelek nebaş bûye. Heke wiha bidome ez ê derabeyê bigirim. Esnafan din rewşa min de gelek in. 4 zarokên min hene dibistan dixwînin. Tiştên di destê me de hebûn jî çûn, em bi qrediyên banqayan debara xwe dikin. Ez ji mêjiyê kesên ku dibêjin qrîz tuneye bi guman im.”   BI DEYNAN DIJÎN   Mûrat Cîhangîr jî diyar kir ku ji be sekinandina înşaatê dest bi karê çandiniyê kiriye û ev tiş gotin: “Em genim û gubreye bi deyn mazotê jî bi zorê dikirin. Dahateke me ya daîmî tuneye. Dema ku di berîka mirov de pere tunebe qrîz e. Pereyê ku berê me pê kîloyeke şekir digirt, niha em pê tenê 250 gram şekir dikirin.”