Pêşî Wan pişt re Mêrdîn: 400 kesî kirin endamê AKP’ê 2020-07-27 09:01:07 MÊRDÎN – Piştî Wanê, derket holê ku li Mêrdînê jî 400 kesî di pêvajoya pandemiyê de bêyî destûra wan bigirin, kirine endamê AKP’ê.   Li gorî daneyên Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind; di 16’ê kanûna 2019’an de hejmara endamên AKP’ê 10 milyon û 211 hezar û 596 kes bûne. Piştî 50 rojan 15 hezar û 692 kes ji endamtiya AKP’ê derketibûn û hejmara endamên wê daketibû 10 milyon 195 hezar û 904 kesan. Piştî demeke dirêj ji ber ku hejmara endamên wê dikevin AKP’ê bi dûrişmeya “Hejmara endamên me zêde dibe malbata me mezin dibe” seferberiya endamtiyê da destpêkirin. Di navbera mehên adar û tîrmehê ku di wan de vîrûsa koronayê dihat jîyîn, li gorî daneyên Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind; hejmara endamên AKP’ê 99 hezar û 783 hezar zêde bûne. Bi salane hejmara endamên AKP’ê bi nîqaş e. Derket holê ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de kesên ku “Alîkariya Piştgiriya Civakî” girtine, bê destûra wan kirine endamên AKP’ê.    LI TAXEKÊ 400 KESÎ KIRINE ENDAM    Piştî ku li Wanê derket holê di pêvajoya vîrûsa koronayê de kesên ku hezar TL “Alîkariya Piştgiriya Civakî” girtine, bê destûra wan kirine endamên AKP’ê, buyereke mîna vê bûyerê li navçeya Stewrê ya Mêrdînê jî pêk hat. Derket holê li gundê Ewîna ku HDP’ê ji sedî 80 deng lê digire, 40 kesên ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de hezar TL “Alîkariya Piştgiriya Civakî” girtine, bê destûra wan kirine endamên AKP’ê. Welatiyên ku bi peyamên ji telefonên wan re hatin, bi vê rewşê hesiyan, matmayî man. Welatiyan ku bi peyamê hîn kirin bûne endamê AKP’ê, bi lêkolînekê derxistin ku holê ku hemû kesên ku di pêvajoya vîrûsê hezar TL “Alîkariya Piştgiriya Civakî” girtine, bê destûra xwe bûne endamên AKP’ê.   EMDAMTIYA XWE BETAL KIR    Celîle Salgin, diyar kir ku bi peyama ku ji telefona hevjînê wê re hatiye pê hesiyaye bûye endama AKP’ê û wiha got: “En parçeyeke siyaseta dewletê ye. Dema peyam hat ez gelek bi hêrs û aciz bûm. Li gorî xwe wiha kirine. Piştî peyamê li ser e-Dewletê min endamtiya xwe betal kir. Piştî ku min hîn kir min kirine emdam, min ji derdora xwe jî pirsî û hîn kir ku ji gelek kesan re peyamên endamtiyê hatiye.”     ‘JI BO ME ŞERM E’   Salgin, destnîşan kir ku li Ewina nêzî 400 kesî kirine endamên AKP’ê û ev tişt anî ziman: “Em li keya û Hevserokê HDP’ê yê navçeyê geriyan. Keya jî li parêzerekî geriya. Parêzer got ku bêyî îmzeyê tiştekî wiha nabe. Lê me kirine endam. Bi rêya keya em li serokê AKP’ê yê navçeyê jî geriyan. Serokê AKP’ê ji me re got ku eleqeya wan bi rewşê tuneye. Ji bo milletê me endamtiya AKP’ê şerm e. Dixwazim herkes emdatiya xwe ya partiyê kontrol bike.”   KONTROLA EMDAMTIYÊ   Mehmet Surer jî da zanîn ku bi peyama ku jê re hatiye bi endamtiya AKP’ê ya hevjîna xwe hesiyaye û wiha got: “Hat gotin ku kesên ku hezar TL alîkarî girtine kirine endam. Kes nabêje lê dema tê pirsîn dertê holê ku ji gelek kesan re peyam hatiye. Hevjîna min kirine endam. Lê hevjîna min timik li gund e û ji gund dernakeve. Bi tirkî jî nizane û xwendin û nivîsandina wê jî tuneye. Navê partiya (HDP) bi zorê dizane. Divê herkes endamtiya xwe kontrol bike.”    SEROKÊ AKP’Ê YÊ NAVÇEYÊ: WELATÎ DIXWAZIN BIBIN ENDAM   Serokê AKP’ê yê Navçeya Stewrê Ensarî Kavak ku me bi telefonê xwe gihandê, angaşt kir ku tu kesî bêyî destûra wan nekirine emdam û ev tişt got: “Dema ku me hezar TL alîkarî dida, gote gote ku kesên ne endamên AKP’ê bin dê alîkarî negirin hatibû belavkirin. Ji ber vê yekê welatî li me geriyan û xwestin bibin endam.”   ‘EM LI SER NAVÊ AKP NEGERIYAN’   Kavak, da zanîn ku li ser navê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li kesên ku alîkarî girtine geriyane û silavên Erdogan ji wan re gotine û ev angaşt kir: “Hin ji wan digotin ku heke alîkarî bidomin ew ê bibin endam. Ji nêzî 3 hezar kesî re alîkarî hat kirin. Em neçar in ku bi silavên Serokkomarê me li 3 hezar kesî bigerin. Me jî dipirsî ku dixwazin bibin endam an na. Bi Koma Vefayê re cendirmeyan ev alîkarî belav kirin. Em li ser navê AKP’ê li van kesan negeriyan. Ji bo ku em hîn bibin alîkarî dane wan an na, em li wan geriyan.”   ENDAMTIYA BÊYÎ ÎMZEKIRIN FORM   Kavak, angaşt kir ku bêyî destûr tu kesî nekirine endam û wiha bersiv da pirsa me ya ji bo emdatiyê îmzeya şil pêwîst e ya na: “Ji bo emdamtiyê îmzeya şil pêwîst e. Ji ber pandemiyê em neçûn me form bi wan neda îmzekirin. Piştre ji bo ku form bigihîje wan me endamtiya wan çêkir.”    MA / Ahmet Kanbal