Prz. Dîlan Kunt: Vekişîna ji Peymana Îstanbul dê tundiyê zêde bike 2020-07-27 09:52:53 WAN - Endama Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Wanê Parêzer Dîlan Kunt Ayan, daxwazên vekişîna Peymana Îstanbul rexne kir û got: "Eger Tirkiye îmzeya xwe ji vê peymanê vekişîne dê tundiya heyî zêdetir bibe."    Piştî Serokomar Tayyip Erdogan û rayedarên hikûmetê xwestin ku îmzeya Peymana Îstanbul vekişînin, bertek û nerazibûnên jinan û parazvanên mafên mirovan ên li dijî vê daxwazê zêde dibin. Têkildarî niqaşan û girîngiya Peymana Îstanbul Endama Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Wanê Parêzer Dîlan Kunt Ayan bertek nîşanî vê daxwaza vekişînê da û nirxandin kir.    'HÊJ ZAGONA HEYÎ NEXISTINE MERIYETÊ'     Prz. Dîlan Kunt anî ziman ku li gel peymana îstanbulê hatiye îmzekirin jî ji bo parastina mafên jinan heta niha tiştek nehatiye kirin û wiha got: "Li gel ku heta niha tu gav ji bo vê peymanê nehatiye avêtin jî niha dixwazin îzmeya Tirkiye ya bin vê peymanê vekişînin. Zagona 6284'an jî niqaş dikin. Li dijî zagona 6284'an jî êrîşek pir dijwar heye. Lê eger ku li Tirkiyeyê zagona hêjmar 6284  û Peymana Îstanbul li gorî ruh û cewher xistibûna meriyetê dê îro cînayetên jinan û tundiya li ser jinan ne di vê astê de bûya. Tenê îmzekirina peymanê bi tena serê xwe têr nake. Di vê pêvajoya ku hêj rol û misyona vê peymanê nexistine meriyetê, niha niqaşên ku peymanê rakin xistine rojevê. Ev yek me xemgîn dike. Niha mijara ku divê em nihaş bikin ewe ku em vê peymanê çawa bi ruh bikin û têxin meriyetê."    PEYMANA ÎSTANBUL DIDE JIYANDIN'    Dîlan Kunt, destnîşan kir ku di kuştina jinan de zêdebûnek heye û got: "Peymana Îstanbul girîng e. Ji ber ku ev peyman dide jiyandin. Ji bo dewlet erka xwe ya li hemberî peymanê pêk bîne, rêxistinên jinan û rêxistinên civakî dixebitin. Ev peyman ji bo rola jinê ya di nava civakê de gelek girîng e. Em ji bo vê peymanê têxin meriyetê têdikoşin. Peymana îstanbul destkeftiya jinan e. Eger Tirkiye îmzeya xwe ji bin vê peymanê vekişîne dê tundî û kuştin zêde bibe. Ev peyman erk û berpirsiyariyê dide ser milê dewletê. Lê mixabin Tirkiye erka xwe ya ji bo peymanê pêk nîne. Li şûna erka xwe pêk bîne mal, sazî û rêxistinên jinan ên di bin baneyên şaredariyan de hatibûn vekirin  jî girtin. Mînak li Wanê çawa qeyûm tayîn kirin karê ewil Stargeha jinan a di bin baneyê şaredariyê de girtin. Lê vekrina stargehê ya di bin baneyê şaredariyê de erka peymanê ye. Ji ber ku jin bi hêz dibin û xwe bi rêxistin dikin ji vê yekê ditirsin. Niha destkeftiyên jinan niqaş dikin. Ji ber ku dewletê erk û berpirsiyariya xwe pêk neanîye vê carê destkeftiyên jinan niqaş dike û digire. Jinan bi têkoşînê ev destkeftî qezenç kirin. Tu nêta me tune em van destkeftiyên xwe bidin wan. Em ê bi hemû hêza xwe ji bo parastina van nirxan têbikoşin. Em qet van destkeftiyan paşve nadin."    MA / Ozlem Yayan