Ji Waliyê Rihayê parastina koronayê: Bajarekê hez ji hev dikin e 2020-07-27 10:11:39   RIHA - Walîtiyê Rihayê Abdullah Erîn, daxuya kirin ku 100 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi hincetên “Ji bajarên mezin cudatir, bajarekê ku mirov hez dikin bên gelhev, dibe ku hejmara pêketiyan zêde be” xwest rewşa heyî biparêze.    Waliyê Rihayê Abdullah Erîn, derbarê bilançoya şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) a li bajêr de civîna çapemeniyê li dar xist. Erîn, diyar kir ku li navend û navçeyan heya niha 100 kesan ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan û nêzî 50 kesan jî di beşa lezgîn de tên dermankirin. Walî Erîn, da zanîn ku di pêvajoya şewbê de li bajêr 70 hezar test hatine kirin, rojê hezar test tên kirin û herî zêde li navçeya Halîliyê pêketî hene.    Walî Erîn, dest nîşan kir ku li bajêr heye niha 20 tax, hezar û 987 avahî kirine karantînayê û derbarê zêdebûna pêketiyan de jî ev agahî da: “2.5 mîlyon nifûsa Rihayê heye. Mirovên vî bajarî nêzî hevin, di nava hevde dijîn û ji bajarên mezin cuda, bajarekê ku mirov hez dikin bên gelheve. Ji ber vê dibe ku hejmara pêketiyan zêde be.”